Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê ji bo meşa 12 Çile ya 2019 ya ku ji bo Sê Jinên Azad ê ku di 9 Çileya 2013 de hatin qetilkirin were li dar xistin çalakiya afîşê li dar xistin. Her wiha ciwanan bi daxuyaniyekê banga tevlibûna meşê kirin.
PARÎS- Di 9 çileyê de 5 sal dibe ku sê jinên têkoşer yê Kurdistanê Sara, Rojbin, Ronahî di encamekî komployekî de bi xayîna ne hatin qetilkirin.
Ji bo Sê Jinên Azad di dîroka 12.01.2019 de seat 10:30 de li Gare du Nord meşekê were li darxistin.
Em bang dikin ku ji her dere Ewropa gele me tevli meşa mezin bibin. Tevlibûna meşê erka welatparêztî, soreşgerî û demokratbûnê ye. Bila bê zanîn tevlibûna vê meşe him jiber pêvajoyê him jî di wateya salê de giringiyek cuda ye.
Em çqas werin gel hev wê ewqas em ê bi hêz bibin. Em ê çiqas bi hêz bibn dê ewqas ê xwe rêxistin bikin. Em bang hemû gele xwe û şoreşgerên enternasyonal dikin ku werin tevli meşe bibin.