Karayilan diyar kir, grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê li zindanan, li nava welêt û derveyî welat zêde dibin û got, “Ev yek pêngaveke gelekî watedar a civakî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, li ser jinûve birêxistinkirina gerîla û armancên xwe yên sala 2019’an ji ANF’ê re axivî.
Karayilan diyar kir, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê sala 2018’an li dijî êrîşên dewleta Tirk ên qirker, bi xurtî li ber xwe da û got, “Eger ji xelekên berxwedana hemûyan ên sala 2018’an dersên pêwîst û encamên rast bê derxistin, wê paşeroj li ser hîmên hîn xurt û qewîn bê avakirin.”
Karayilan diyar kir, piraniya şehadetên girîng ên di nava sala 2018’an de rû dan, ji ber şaşiyên giran ên rêbaza gerîlatiya berê ya klasîk bûn û destnîşan kir, divê ew encamê ji vê derxînin û nekevin nava heman şaşitiyan.
‘PROJEYA JINÛVE AVABÛNÊ WÊ BI CIH WERE ANÎN’
Mûrat Karayilan anî ziman, berxwedana sala 2018’an xwedî dersên berfireh û girîng in û got, “Pêwîste em li ser bingeha van dersan, gerîla ji binî ve nû bikin. Jinûve birêxistinkirina hêzên gerîla wezîfeyeke bingehîn e. Jinûve avabûn rewşeke nû nîne, ev demeke di rojeva me de ye. Lê belê bi pratîka 2018’an re guhertina bingehîn bû pêwîstiyeke ku nebe nabe.”
Karayilan da zanîn, projeya wan a jinûve avabûnê divê weke şêweyekî nûbûnê yê bingehîn û pratîkkirina vê yekê were fêhmkirin.
HÎMÊN BINGEHÎN ÊN JINÛVE AVABÛNÊ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser hîmên bingehîn ên projeya xwe ya jinûve avabûnê ev agahî da:
“Ya yekemîn li ser rêbaza liv û tevgerê ye. Di vî warî de wê guhertineke bingehîn bê kirin. Li ser rêbaz û têkiliya rojane ya gerîla guhertineke bingehîn bê kirin.
Xaleke din a girîng, feraseta bicihbûnê ye ku wê guhertin lê bê kirin.
Aliyê herî girîng ê perspektîfa me ya jinûve avabûnê, rêbaza şer a gerîla ye.
Di dema nû de, ya ku gerîla wê giraniyê bide ser, jiyana partiyê ye. Şêweyê jiyaneke ji hevrêtiya xurt a partiyê û çanda leşkerî, bi dîsîplîn û nepenîtiya kûr, ji bo gerîlayên serdema nû pêwîstî ye… Bi kamûflasa xwe ya xurt, wê ji dijmin re nebe hedef, lê dijmin bike hedef.
Tevî van hemûyan, wê yekîneyên gerîla yên pispor bên afirandin, ku dikarin sûdê ji teknolojiya serdemê werbigirin. Ev yek hîmekî sereke yê jinûve avabûnê ye. Ya sereke, profesyonelbûna gerîla ye.”
ŞER WÊ GIRANTIR BIBE
Karayilan got, ew di vê çarçoveyê de dest bi sala 2019’an dikin û wiha dewam kir: “Gelekî pêkane ku sala 2019’an bibe saleke ku li Kurdistanê berxwedan û şerekî mezin bê kirin. Ne tenê li Kurdistanê, li herêma Rojhilata Navîn dema ku mirov li bûyerên diqewimin dinirxînin, tê dîtin ku şerê sala nû wê li gorî yê sala bihurî girantir be. Ji ber vê yekê, mirov dikarin bêjin ku sala 2019’an hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo herêma me Rojhilata Navîn wê bibe saleke ku şer lê giran bibe û berxwedaneke xurt bê kirin.”
DI NAVA SÊ SALÊN DAWÎ DE ME ZORA HEV NEBIR
Karayilan diyar kir, sala 2019’an wê şer li Kurdistanê dijwartir bibe û got, “Sê salên dawî di navbera dewleta Tirk a mêtinger-qirker û hêzên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de kesî zora kesî nebir. Hem dewleta Tirk ku bi hêza xwe hemûyî şerê topyekûn kir encama dixwest bi dest nexist, hem jî hêzên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi lehengiya destanî û berxwedana mezin çeperên xwe parastin û polîtîkaya dijmin pûç kir, nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Ji ber vê yekê mirov dikarin bêjin ku her du aliyan nekarî zora hev bibin. Li pêşberî vê rewşê, hêzên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwedî îdîayeke mezintir in.”
NEBÛNA YEKÎTIYA KURDAN KÊMASIYA HERÎ MEZIN E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de ragihand, dewleta Tirk a qirker-mêtinger û hêzên mêtinger ên pê re, hewl didin ku Kurd nebin xwedî statu û ev tespît kir:
“Mîna Peymana Lozanê, Kurdan li derve dihêlin û ji nedîtî ve tên. Hêzên mêtinger hemû, li gel nakokiyên xwe jî bi vê armancê dikarin li hev bicivin. Lê belê siyaseta Kurd li pêşberî vê rastiyê nikare li hev bicive, nikare stratejiyeke hevpar a têkoşînê deyne. Ev yek kêmasiya herî mezin e. Mêtingeriya li dijî me bi hêvî ye ku li Kurdistanê hevkar û nokeran ji xwe re çêbike û bi vî rengî bi ser bikeve. Siyaseta dewleta Tirk a qirker-mêtinger a li Efrînê kir, siyaseta dewleta Tirk bi temamî radixe pêş çavan. Dewleta Tirk demeke dirêj e lîderên rêxistina ENKS’ê ya ji Rojava kişandiye ber bi aliyê xwe ve û li Stenbolê wan xwedî dike. Bi dewleta Tirk a faşîst re tevdigerin ku ev dewlet dijminê sondxwarî yê Kurdan e. Ketin nava rewşeke nebaş ku li dinyayê kêm caran tê dîtin. Piştgirî dan dewleta Tirk ji bo Efrînê dagir bike û ji wan hebû ku dewleta Tirk piştî Efrîn bi dest xist wê wan bike desthilatdar, ya jî bike hevparê desthilatdariyê. Lê belê, tevî ku ewqasî nokerî kirin û bi rengekî rezîlî li ber dewleta Tirk geriyan jî, dewleta Tirk bi qasî serê derziyê cihek neda wan. Ew bi kar anî û ji bo siyaseta Tirkkirinê xwest bike amûrekê. Ji bo polîtîkaya xwe ya bê Kurd hiştina Efrînê binixumîne, ji bo siyaseta xwe ya paqijiya etnîkî veşêre, ev rêxistina ku qaşo Kurd e, bi kar anî. Lê di dawiyê de jî tiştek neda wan.”
HEVKARIYA BI DIJMIN RE BI KÊRÎ KESÎ NAYÊ
Karayilan anî ziman, ev pêkanîn karakterê rastî yê dewleta Tirk radixin pêş çavan û got, “Dewleta Tirk dixwaze heman tiştî li tevahiya Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê, israra PDK’ê ya di xeta hevkariyê de ji bo wê bi xwe sekneke metirsîdar e ku tê wateya întixarê. Hêza mêtinger a li dijî me, êdî hevkariyê jî qebûl nake. Rastiyeke wiha jî heye. Girîng e ev yek bê dîtin. Qîma xwe bi vê jî nîne û niha YNK jî xistiye xefika xwe. Biryara YNK’ê ya li dijî Tevgera Azadî, biryara YNK’ê bi xwe Nîne. Biryareke ku ji derve lê hatiye ferzkirin û bi destê wan bi cih hatiye anîn. Niha divê hêzên Kurdistanî hemû, bi taybetî hêzên Başûrê Kurdistanê, di serî de PDK û YNK li ser bifikirin. Eger bi rastî jî li ser vê xeta hevkariyê siyasetê bikin, gelo wê çi bi dest bixin? Dijminekî welê li hemberî me heye, ku êdî qîma xwe bi hevkariyê re jî nîne. Hevkariya bi dijminekî weha re, bi kêrî kesî nayê.”
PLATFORMA TÊKOŞÎNÊ YA NETEWEYÎ
Karayilan wiha bi mijarê daket: “Yekane rêya li dijî vê yekê jî ew e, ku em di xeta demokratîk neteweyî de hevkariyê bikin û platformeke hevpar ava bikin. Navê kongreyê ya jî navekî din dikare li vê bê kirin. Ji bo gelê Kurd a herî girîng, pêwîst û mecbûrî, avakirina platformeke têkoşînê û piştevaniyê ya hevpar e. Eger em di vê pêvajoya dîrokî de nikaribin vê piştevaniya hevpar a neteweyî pêk bînin, hingî wê xizmet ji mêtingeran re hatibe kirin ku dixwazin di karê jinûve dîzaynkirina herêmê de Kurdan li derve bihêlin. Ev jî wê gelekî metirsîdar be. Ji ber vê yekê divê her kes rastiyan baş bibîne, bi aqilane tevbigere û bersiveke rast bide bangên yekîtiya neteweyî yên tevgera me.”
EM BI ATMOSFERA BERXWEDANA CIVAKÎ DEST BI SALA 2019’AN DIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan işaret bi berxwedana civakî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bi bîr xist, li diyarê berxwedanê li Zindana Amedê berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven bû destpêka vê berxwedana civakî.
Karayilan diyar kir, grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê li zindanan, li nava welêt û derveyî welat zêde dibin û got, “Ev yek pêngaveke gelekî watedar a civakî ye. Ya rast, sala 2019’an bi van çalakiyan dest pê kiriye. Ji ber ku em bi atmosfera berxwedana civakî dest bi sala 2019’an dikin. Berpiryariya milîtanên Apoyî hemûyan e ku her kes ji aliyê xwe ve bersivê bide vê sekna berxwedêr a bi rûmet û çalakiya civakî. Bersivdan jî bi tevlîbûneke rast û kûrbûneke şareza dibe. Bi têgihiştin û bicihanîna Projeya Jinûve Avabûnê dibe. Ji leşkeriyê heta rêxistinbûn, siyaset û dîplomasiyê, girîng e li her qadên têkoşînê bi rêbazeke şareza, hosta û profesyonel têkoîn bê kirin û encam bê girtin. Bi kûrbûn û hewldaneke wiha re wê bersiv ji berxwedana mezin a Îmraliyê ya Rêber Apo, bersiv ji destana berxwedanê ya şehîdên me yên leheng, bersiv ji sekna bi rûmet a gelê me re were dayin û bi ser bixin.”