Îro koma 6’an ku ji jin û ciwanên Mexmûrê pêktê, çalakiyê dewr girtin. Çalakgeran sala nû li Ocalan û hemû çalakgerên greva birçîbûnê pîroz kirin û çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanan, Hewlêr, Silêmanî û Mexmûrê jî silav kirin.
MEXMÛR- Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan destpêkiriye, di roja 16. de dewam dike. IIro koma 6’an ku ji jin û ciwanên Mexmûrê pêktê, çalakiyê dewr girtin. Çalakgeran sala nû li Ocalan û hemû çalakgerên greva birçîbûnê pîroz kirin û çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanan, Hewlêr, Silêmanî û Mexmûrê jî silav kirin.
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirî dayîna çalakiya parlementera Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi heman armancê 16 roje penaberên wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Çalakî îro bi koma 6’an a ji 19 jin û ciwanan pêktê hate dewr girtin.
Çalakî bi merasîmeke girseyî hate dew girtin. Merasîma dewr girtinê bi bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên azadiya Kurdistanê re hate destpêkirin.
Di merasîma dewr kirinê de bi navê koma 5’an Xezal Uçar axivî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven, hemû berxwedêrên zîndanan û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.
Uçar diyar kir ku çalakiyên wan bi armanca xwedî derketina li Ocalane û got,”Rêber Apo pêşiya me ronî dike, ji bo vê divê em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Em bi van çalakiyan piştgiriyê didin Leyla Gûven û hemû çalakiyên greva birçîbûnê. Serkeftinê ji tevan re dixwazin.”
Bi navê komîteya amadekar ya çalakiyê Hadî Pusat bi navê hemû çalakgeran silav ji girtîgeha Iımraliyê re şand û got, “Em berxwedana Leyla Gûven, çalakiyên greva birçîbûnê ya li zîndanan, li Strasbourg, Silêmanî û Hewlêrê silav dikin. Em sala nû li Rêber Apo û hemû çalakgeran pîroz dikin û hêviya serkeftinê dixwazin.”