Karayilan; ”Di bingeha van êrîşên dijmin de tirsa ji jiyan, prensîb û pîvanên Apogeriyê heye. Dijmin dizane ku heta ku ev giyanê Apogeriyê bi me hebe, ew ê nikaribin me têk bibin. Ew ê temsîla giyanê Apogeriyê her dem serkeftinê ji me re bîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku wê dewleta Tirk nikaribe rastiya civakî bişkîne û wê dagirkeriya ku vîna mirovê azad nehesibîne wê nekare xwe ji têkçûnê rizgar bike û wiha pêde çû; “Çawa ku Koma Fethullah Gulen bêdeng kirin, dixwazin Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi heman awayî bi zext û arastebûnan di qada civakî de bêdeng bikin, hesabê wan ew bû. Lê belê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya xwedî rastiyeke veguheriye rastiya gel a demokrasî û azadiyê, ne gengaz e ku wiha bê perçiqandin. Jixwe pêkan jî nebû.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan geşedanên ku sala 2018’an pêk hatî û di derbarê armancên xwe yên sala 2019’an de ji ANF’ê re axivî. Beşa yekemîn a nirxandina Karayilan wiha ye:
“Sala 2018’an di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistan de xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Gelek destkeftiyên vê salê çêbûn û gelek şahadetên giranbiha jî pêk hatin. Geşedanên sala 2018’an ku berxwedanên gelek mezin pêk hatî û destanên lehengiyê hatî afirandin, ji bo me bi dersên mezin dagirtî ye. Rast nirxandina sala 2018’an û têkoşîn û berxwedana wê ya bi heybet, jê derxistina encamên rast; meşandina têkoşîna rast a taktîk û şêwazê; li ser vî hîmî li çar parçeyên Kurdistanê pêşxistina berxwedanê û bi serxistina 2019’an wê misoger bike. Lewre hem ji bo pratîka sala 2018’an, hem jî ders derxistina ji têkoşîna salên borî; ji bo encamên bi taktîkên rastiyane û encamgir ên têkoşînê pêşxisitana şer û serkeftinê pêwîst e.”
Divê destpêkê bê dîtin ku pêngava Rêbetiyê di Newroza 2013’an de pêş xistî, pêngaveke mezin û dîrokî ye. Divê encamên ku vê derxistî holê baş bên zanîn. Vê pêngavê da pêşiya xwe ku hem çareseriyekê ji pirsgirêka Kurdistanê re pêş bixwe hem jî ji şer û aloziya li Rojhilata Navîn tê jiyîn re perspektîfeke nû ya têkoşînê pêş xist. Aramanca vê pêngavê ew bû. Rêber APO bi vê perspektîfê armanç kir ku xwîna li herêmê dirije bê sekinandin ji bo gelan pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê jî yekîtiya gelên Kurd û Tirk esas girt û ev pêşniyarê dewleta Tirk jî kir. Di vê çarçoveyê de projeya ku agirbest pêş bikeve, şer raweste û pêvajoya nû pêl bi pêl li hemû herêmê berbelav bibe da pêş.
“Lê belê AKP bi nejidiliyeke mezin û durûtî nêzî vê projeyê bû di çarçoveya şerê taybet de girt dest, xwest Tevgera Azadiya Kurdistanê mijûl bike, lawaz bixe û di encama vê de jî tasfiye bike û bingeha vê jî danî. Lê ji bo vê aramanca xwe veşêre her tim weke ku wê çareser bike nêz bû.”
ARMANCA DEWLETÊ PÊK NEHAT
“Lê belê pêngava Ocalan a ku ji her milî ve hatî hesabkirin, mîna ku dewleta Tirk armanc kirî na, berovajiyê wê Tevgera Azadiyê lawaz nebû, bi hêz bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê hem li Bakurê Kurdistanê di aliyê siyasî de asûneke girîng bidest xist, hem jî hêzên şoreşa Rojava destkeftiyên mezin bi dest xistin. Gelê Kurd li Rojava û Şengalê û Başûrê Kurdistanê berxwedana ku li dijî DAÎŞ’ê pêş xistî, herî dawî bi berxwedana Kobanê re gihaşt lûtkeyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê li herêmê kire aktorekî mezin.”
TIRS Û ŞER ÎLAN KIR
“Dewleta dagirker a Tirk ji vê pêşketinê kete tirs û xofeke mezin û ji bo pêşî li vê pêvajoyê, bi DAÎŞ’ê re li dijî gelê Kurd şerê wekaletê meşand, û Tîrmeha 2015’an bi fermî ragihandina şer re dewleta Tirk bi xwe kete nav şer. Ya rastî îlana vî şerî, 5’ê Nîsanê dema ku hevdîtinên bi Rêber APO re asteng kirî, ev şer îlan kiribû. Paşê meha Tîrmehê vê plana şer a fermî ya navê ‘Çokdanînê’ konseptek dan destpêkirin. Lê belê destpêka vî şerî 5’ê Nîsanê bi birîna hevdîtinan re da dest pê kir. Jixwe qada şer a herî girîng Îmrali ye. Dewleta Tirk a dagirker û mêtînger gavên destpêkê yên vê konseptê destpêkê li Îmraliyê avêtin û paşê jî her ku çû berfireh kirin.”
BI XWESERIYA DEMOKRATÎK BERSIVDAYÎN
Karayilan diyar kir ku gelê Kurd bi xweseriya demokratîk bersiv daye vê pêla êrîşîan û wiha pêde çû; “Li ser vî esasî di serî de Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever û Hezex, li gelek bajarên Kurdistanê berxwednaên dîrokî pêş ketin. Li pêşberî van berxwedanan dewleta Tirk a dagirker û komkujer, hemû pêkhateyên faşîst ên anîn li ba hev û kete nava pêla êrîşeke mezintir. Di vê pêvajoya amdekariya êrîşan de, komeke di nav artêşê de ku bi vê tifaqa ku pêş bikeve dibe ku li derve bên hiştin, xwestibe darbeyê pêk bîne jî, hê di serî de kete bin kontrolê û bi ser neket. Hewldana vê koma nêzî Fethullahigiran an jî endamên wan ketin kemînê û têk çûn.”
GUHERTINA REJÎMÊ LI DIJÎ KURDAN E
“Piştî vê hewldana darbeyê ku ser neketî, darbeya esas 5 roj piştî hewldana darbeyê 20’ê Tîrmeha 2016’an li tevahiya Tirkiyeyê Rewşa Awarte hate ragihandin. Hikumeta ku desthilatdarî di bin yek destî de kom kir, rejîmeke nû ya ku hikumetê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de rêve dibe hat avakirin. Ev tifaqa faşîst a ku ji AKP-MHP-Ergenekon û netewperestên Kizil Elmagir pêk dihat ji bo ku di têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi ser bikeve, xwest bi vî awayî rejîma Tirk bîne ba hev û bixe nav tifaqê. Pergala serokkomariyê ya ku bi gotina ‘Rejîma ku bi yekdestî tê rêvebirin’ hatî formûlekirin ji hêla van hêzan ve kete rojevê. Bi vî awayî xwestin faşîzmê sazûman bikin û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk bînin. Rejîma faşîst a nijadqir, li dijî gelê Kurd, ne tenê di nava sînorê TC’ê de bi vî awayî xwest li hemû herêmê şer pêş bixe. Li ser esasê ku bi perçiqandina gelê Kurd û destkeftiyên wê Tirkiye li herêmê bibe Herêmî, ev tifaqa faşîst pêş xist.
PERÇIQANDINA LI HEMÛ PARÇEYAN
Ev nêzîkatia faşîst ku mirov dikare weke xeyala Osmangeriya Nû formûle bike, li ser esasê ku li her çar parçeyan Kurd û destkeftiyên wan û dînamîkên azadiyê ji holê rabin, pêş ketiye. Çawa ku TC’ê sala 1920’î xwestiye hemû nîşaneyên berxwedanê yên li Bakurê Kurdistanê bişkîne, rejîma faşîst a TC’ê îro heyî jî dixwaze dîsa bi heman awayî dixwaze dînamîkên azadiyê bişkîne, biperçîqîne.
PÊNGAVA XWE YA ŞER DA DESTPÊKIRIN
“Ev rejîma ku xwe ji nû ve saz dike, tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, li herêmê lawazkirina pêkhateyên hêz û dînamîkên azadî, demokrasî, pêşverû û sosyalîst, ev konsepta qirêj pêş xistiye. Ev pêkhateya faşîst ya ku hemû destkeftiyên Kurd û hêzên sosyalîst-demokrasiyê hedef digire, payîza 2016’an pêngava xwe ya şer daye destpêkirin. Operasyona Ertûşê ku dikare weke destpêka vê pêvajoyê bê diyarkirin, baskên vê rejîma faşîst a leşkerî û siyasî hatin Çelê daxuyaniyên cur be cur dan. Gotin ku ji bo Tirkiyeyê ev pêvajo şerê man û nemanê ye, weke şerê ‘Rizgariyê ye’ û ev pêvajo bi fermî dan destpêkirin.
ŞERÊ XWE DISPÊRE TEKNÎKÊ
Li ser vî esasî li dijî gerîla, şerekî xwe dispêre teknîkê dan destpêkirin. Çimkî şerê artêşa Tirk ê heta wê demê li dijî gerîla meşandî bê encam mabû, têk çûbû. Bi derfetên mezin ên madî, li dijî gerîlayê Kurdistanê konsepteke şer a teknîka hewayî dan destpêkirin. Bi vê re hevdem, 4’ê Mijdarê berê xwe dan hevserok û parlamenterên HDP’ê û paşê jî hemû şaredariyên DBP’ê bi qayûmên dagirkeriyê desteser kirin.
NEKARÎN SALA 2017’AN JÎ PÊK BÎNIN
Armanca wan ew bû ku gerîlayê azadiya Kurdistanê zivastana 2016-2017’an biperçiqîne û tune bike. Ji bo vê dîrok jî dan, lê belê nekarîn pêk bînin. Sala 2017’an bû saleke berxwedana berfireh. Ligel ku şerekî topyekûn li dijî gelê Kurd, destkeftiyên wî û li dijî Rêber APO meşand jî nekarî ser bikeve, li pêşberî gerîla encama xwestî nekarî bidest bixe. Ango di sala 2017’an jî nekarî li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê encamê bi dest bixe.
2018’AN JÎ XWEST HEMAN KONSEPTÊ BIMEŞÎNE
Tişta ku nekarî sala 2017’an bike, xwest sala 2018’an pêk bîne. Ji bo ku vê bike jî çi derfeta di dest de hebû seferber kir. Hêj ji sala 2015’an ve asûna Tirkiyeyê ya jeostratejîk xistin bazarê, xwest xwe bazar bike, bifiroşe Rûsyayê ku pê re tifaqê bike. Rûsyayê li ser vî esasî pêşî lê vekir ku bikeve Bab û Cerablûsê.
LAWAZIYA TIRKIYÊ DIZANIN
Hêzên kapîtalîst ên li herêmê di nav şer û têkolşîneke hegemonîk de ne, lawaziya rejîma AKP-MHP’ê tespît kiribûn ku ev jî pirsgirêka Kurd e. Helwesta dewleta Tirk a faşîst a ku kî li hemberî Kurdan bibe xwedî helwest, wê xwe pêşkêşî wan bikin, baş dizanîn. Hemû stratejî û dîplomasiya dewleta Tirk, li ser dijberiya Kurd û destkeftiyên wan bû. Rûsya jî ji ber vê nêzikatiya dewleta Tirk a dagirker gelek bi pragmatîst nêz bû, xwest dewleta Tirk ji bo xizmeta berjewendiyên bi kar anî.
Armanca sereke ya plansaziya dewleta Tirk a dagirker ya 2018’an êşkenceya ku li Îmaraliyê pêk dianî, zêdetir bilind kir û xwest berbelavî her qadê bike. Pêşî lê girt ku Rêbertî bi ti awayî destwerdana pêvajoyê neke. Li dijî siyaseta Kurd qirkirineke siyasî ya bê eman meşand bi deh hezaran kes girtin xistin zindanan. Ji bo bêdengkirina civakê hemû rêbazên faşîzmê pêk anîn.
Ji bo ku hêvî û baweriya gerîla bişkîne, pergala gerîla ya fermandarî-kontrolê belav bike, gelek êrîşên hovane pêk anîn. Li tu deverên cîhanê bi qasî van sê salên dawî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatî, çênebûne. Bomberdûmaneke ku Vietnam li ber wê ne ti tişt e li her devetê Kurdistanê pêk anî, hema bêje her bihosta xaka Kurdistanê bombebaran kir. Dîsa 24 saetan bi balafirên keşfê, li Kurdistanê keşf dikin. Lê belê encamên dixwestin bi dest nexistin.
SÎSTEMA GERÎLA LI SER LINGAN E
Bi vê jî encama dixwest bi dest nexist. Xwestin yek bi yek gerîla bike hedef, rêbazên ku ji nêz ve bişopîne xistin meriyetê. Xwestin bixin xefikê û bixin bin kontrola xwe û îmha bikin. Armanca sereke belavkirina sîstema gerîla bû, hilweşîne û navenda fermandarî–kontrolê ji holê rake. Lê dijmin bê serûber êrîş kir û tevî vê jî sîstema gerîla îro jî li hemû eyaleta li ser lingan e û hê jî li ber xwe dide. Bi kinahî dijmin encam negirt.
HDP DI BIN BENDÊ DE NEMA
Di siyaseta demokratîk a başên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hevpar kirin, tevî hemû zext û zoriyan jî pêk hat. Li dijî ciwan û jinên Kurd operasyonên dijwar pêk hatin. Girtin, êşkence, pêkanînên herî faşîst ên zext û şidetê kêm nebûn. Armanca vê çewistandina civakê û gavdana şûnde avêtin bû. Zextên faşîst ên li ser siyaseta Kurd, çepgirên Tirkiyeyî, derdorên sosyalîst, demokrat û dîsa gelên Kurdistanê HDP li bin bendê xistin bû. Di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de tevî hemû pêkanînên qirker ên faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê jî encam bi xwe re neanî. Gelê Kurd û beşên demokratîk ên li Tirkiyeyê tevî hemû zext û zordariyan jî gav bi şûnde neavêt, helwesta xwe neguhert, xwedî li siyaset û vîna xwe derket. Ji bo vê HDP li bin bendê nema.
BI ŞOREŞA ROJAVA NEKARÎN
Yek jî êrîşa herî bi plansazî û giran a dewleta Tirk a sala 2018’an li dijî Rojava bû. Êrîşa li ser Rojava armanc ne tenê dagirkirina Efrînê bû. Li Rojava hevkariya QSD’ê ya têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên Koalîsyonê yên Navneteweyî ya hevkariya wê bi QSD’ê re neçarî tercîhkirinekê kirin, bi vî rengî têkiliyên hêzên navneteweyî ya bi hêzên şoreşger ên Rojva, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi temamî qûtkirin, piştî Efrînê bi dorê ve Minbic û rojhilatê Firatê kirina hedef û têkbirina Şoreşa Rojava bû. Di armancê de parçekirin hebû. Vê weke armancek xistibû pêşiya xwe. Ji bo vê dagirkirina Efrînê hate erêkirin. Bi vê xwestin pêngava mezin a Tevgera Apogerî asteng bikin, pêşîgirtina şoreşeke nû ya ku li hemû Sûriye û heta hemû herêmê li xwe bigire girtin bû.Vê tenê ne li gel Rûsyayê, hêzên din ên emperyalîst û sermayedar ên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe hê baştir dîtin. Wan jî dixwestin pêşiya Tevgera Apogerî bigirin, li cihekê bidin rawestandin û bi vî rengî bixin di bin kontrola xwe de û rawestandina wan ji bo berjewendiyên xwe hê baştir dîtin.
Dewleta Tirk ji van bûyeran cesaret girt û Efrîn dagir kir. Lê nekarî ji vir û pêş biçe. Armanca wê ne tenê dagirkirina Efrînê tenê bû, bi wê ve girêdayî Şoreşa Rojava bi temam têkbirin, hilweşandin, parçekirin û bi temamî ji holê rakirin bû. Lê li Efrînê li gorî hesabê wî bi rê ve neçû. Berxwedana Efrînê ya bi navê ‘Berxwedana Serdem’ ku hate binavkirin; berxwedana destanî ya bi ruhê fedayî yê qehreman ên Avestayan û Karkeran derxistî holê, bersivekî mezin a êrîşên dewleta Tirk ên qirker û mêtînger. Bi kurt û kurtasî, armanca dewleta Tirk Şoreşa Rojavaû sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestandin, lê di vê mijarê de negihişte armancên xwe.
PIŞTGIRÎKIRINA HÊZÊN KOMPLOGER
Bi taybet divê rewşên xwepêşkêşkirina ji aliyekê ya Rûsya û DYE, dîsa rejîmeke ku ji her demê xwe pêşkêşkirinê re amade û bi rêbazên herî qirêj ên dîplomatîk li dijî gelê Kurd çeper danîn, li aliyekê bûna xwedî pozîsyon derketin holê. Di vê çarçoveyê de bi şêweyeke herî qirêj li gel rejîma AKP-MHP’ê bazarî hate kirin û di encama xwespartina derdorên sermayeya navneteweyî 6’ê Mijdarê DYE’ê biryarek girt. DYE bi biryara 6’ê Mijdarê weke bersivdayîneke ya Tirkiyeyê, di têkoşîna li gel Îranê Tirkiyeyê girtina aliyê xwe û li ser vî bingehî li dijî Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dengê erê da Tirkiyeyê, di derbarê 3 hevrêyên me de biryar girtin. Ev biryar tê wateya domdariya Komploya Navneteweyî û parçeyek ji wê.
Dewleta Tirk di nava 3 salên dawî de ji bo ji nû ve Komploya Navneteweyî zindî bike ketiye nava hewldan û bazariyên mezin. Di hemû hewldanên li ser vê bingehê de daxwaz ji nû ve zindîkirina Komploya Navneteweyî û hemû hêzên ku cihê xwe di nava Komploya Navnetewî de cih girtin ji nû ve li dijî tevgera me bibin xwedî helwest. Bi esasî di vê mijarê de jî negihişt mirazên xwe û encam negirt. Di rewşa heyî de DYE li ser bingeha berjewendiyên xwe, pêşîgirtina tevgera me, astengkirina pêşketinên xeta Kurdê azad ê li Kurdistan û di çarçoveya hesabên xwe de ketiye nava hewldanên zindîkirina Komploya Navneteweyî.
BINGEHEK NÎNE KU PKK’Ê BITENGIJÎNE
Pêkanîna vê komployê, li gel dewama Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hatî kirin e. Ji ber ku Tevgera me xwe pir pêş xistiye û xwedî ezmûn û tecrûbeyên dom dirêj in. PKK ne PKK a beriya 20 salî ye. Li gorî berê bi deh qatî xwe pêş xistiye, hemû astengî û tedbîrên Komploya Navneteweyî vala derxistiye û gihiştiye astekî ku çeperan bi ser bixe. Li qada îdeolojîk, rêxistinî, leşkerî, siyasî û civakî de xwedî tecrûbeyên mezin û kûr bûye, li gorî 20 salên dawî lewaziyên xwe dîtiye û derbas kiriye. Di encama ji nû ve zindîkirin û xistina meryetê ya Komploya Nanveteweyî ya dewleta Tirk DYA gihiştiye vê biryarê û di vî bingehî de bersivek erênî daye hewldanên dubarekirina komployê. Mercên pêkanîna Komployê ya di asta navneteweyî de xistina meryetê êdî beşek mezin hatiye derbaskirin.
DI NAVA ENIYA KOMPLOGERAN DE NAKOKÎ Û NELIHEVKIRIN
Di Komploya Navneteweyî de dewletên bi bandor cih digirtin, wekî berê bi awayekî baş nêzîk nabin. Tevî hemû durûtî û bêexlaqiya Ewropayê, Dîwana Edaletê ya Bilind a li Ewropayê biryara herî dawî ya di derbarê PKK’ê de hatî girtin, nîşaneyeke ya vê ye. Biryarekî ku êdî Ewropa weke berê li ser xeta Komploya Navneteweyî ya DYE û TC’ê nagire ye. Dîsa mirov dikare bêje Rûsya ya yek ji lingên dinên Komploya Navneteweyî ye, her çendî aliyên wê yên pragmatîs hebin jî, rastiya gelê Kurd, bi temamî hêza wê ya şoreşgerî piştguh kirin û bi hemû aliyê xwe xeta qirker heta dawî piştgirîn nake. Ji xwe Rûsya li ser berjewendiyên xwe kar dike, lê dîsa li gel derdorên Kurd di nava têkiliyên diyarker de ne. Li ser Komploya Navneteweyî ya beriya 20 salan hatibû kirin gelek nakokî û nelihevkirin derketine. Dawîkirina van hemû nakokî û pêşîgirtina vê û li dijî tevgera me ketina dorhêlekî berfire êdî weke berê nemaye.
BI PÊŞXISTINA XETA RAST A TÊKOŞÎNÊ BERSIV BÊ DAYÎN
Divê ya baş her cûre tedbîrên me bên girtin, vê pêvajoyê girîng û rast tesbîd bikin, ji bo ji her cûre êrîşan re bibin bersiv û bibin xwedî pozîsyon divê her demê û li her cihî amade bin û pêwîst e. Di vê mijarê de ti xeflet pêk neyê. Divê hemû tedbîr bên girtin û êdî ne tenê valaderxistina Komploya Navneteweyî, ji bo hilweşandin hemû kêrhatî û rezervên rast bê bikaraîn û têkoşîneke bi bandor bê pêşxistin, vê weke erk bê dîtin. Divê bi pêşxistina xeta rast a têkoşînê bersiv bê dayîn. Rêya vê jî li ser xeta Rêber Apo hê kûrkirin, xeta Rêber Apo li her qadê dana jiyîn û li her qadê bixin meryetê têkoşînê pêş bixin.
ŞERÊ DAGIRKERIYEKE MEZIN A LI BAŞÛR
Yek ji hedefên herî mezin ên dewleta Tirk a sala 2018’an pêngava li dijî Başûrê Kurdistanê bû. Weke gotina wan bûna; wê hefteyekê Efrîn dagir bikira, piştre jî Kobanê û ber bi pêş ve bihatibana, lê wisa nebû. Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ew li wir dan sekinandin. Vê carê jî di meha Adarê de li devera Kanî Reşê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kirin. Li Xakûrkê dewleta Tirk a bi berxwedana mezin a hevrê Fermandar Agirî re rû bi rû ma, heta 6’ê Nîsanê karî bigihêje Girê Lêlîkanê. Ne ku di nava Xakûrkê re, li bejahiya dikeve nava Xakûrkê û Deşta Heyatê ya ku em dikarin jêre bêjin herêma tampon esas girtin û li ser vê xetê bi pêş ve çûn û gihiştin Girê Kevotê, li wir zivirîn û wisa gihiştin Lêlîkanê. Ji bo gihiştina Lêlîkanê diviya bû Xakûrkê derbas bike, lê ji vê tirsiyan. Bi rêvekirin û bingeh avakirina PDK’ê û hevkariya wê pêşmerge dan pişt xwe û berê xwe dan Lêlîkanê. Tenê ev armanc ne girtina Girê Lêlîkanê ye. Ji xwe hê ji destpêkê ve gotibûn heta Qendîlê ye. Li Başûrê Kurdistanê her cihê ku hêzên gerîla lê bi cih bûne dagirkirin bû. Ji bo vê hema piştî meha Nîsanê berê xwe da Herêma Barzan û Govendê kirin hedef. Berê xwe dan Girê Xwedê û êrîşan destpê kirin. Dîsa li Girê Xeregol ê Zapê ji xwe ji meha Adarê ve berxwedaneke mezin li dijî êrîşan dihate kirin. Li vir jî nekarîn ji Girê Xeregolê derbas bikin. Artêşa Tirk a nedan ber çavê xwe Zap û Avaşîn derbas bikin, li xwe vegerîn û ber bi Govendê û dîsa Adil Begê ve ketin tevgerê.
DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI VÊ DERÊ
Artêşa Tirk li vê derê ‘şerekî bi qaçaxî’ dike. Bala xwe bidinê ji ber ku dîtin li ser xeta Govendê û Tepê Xwedê hêzeke zêde ya gerîlayan tune, operasyona xwe li wê derê dan destpêkirin. Li Xakurkê jî ji qada Kanî Reşê ber bi Başûr ve hat û xwe gihand Girê Kevortê. Her kes dizane ku li Girê Kevortê hêzeke zêde tune. Ji wê derê jî xwe bera Lêlîkanê dane û ji herdu milan hewl dane xwe bera nav Başûr bidin. Ev jî diyar dike ku artêşa Tirk bê çiqasî ji gerîlayan ditirse û şêweyeke ‘şerekî qaçax’ nêzî pêvajoyê dibe. Ev hêz ditirse ku pêrgî gerîlayan were û hewl dide ji dûr ve bi rêyên hewayî li hedefên xwe bide. Tê dîtin ku ne li cihên ku gerîla baregehên xwe çêkiriye lê li cihên vala hewl dide bi pêş ve bide. Vê plana xwe jî nebir heta serî. Plansaziya wan ev bû Herêmên Parastinên yên Medyayê dagir bikin lê dewleta Tirk di vî warî de bi ser neket. Ne ku nexwest, xwest lê jê nehat.
BERXWEDANA HERÎ MEZIN
Di vir de divê mirov qala berxwedana Xeregolê ya Tepê Xwedê û qala berxwedana dîrokî ya Lêlîkanê bike. Ji Evdilkovî heta Geliyê Elî Dirêj û ji wir jî heta Lêlikanê di nava sala 2018’an de gerîlayan berxwedaneke bêhempa pêk anîn. Gerîlayan li hemberî teknolojiya serdemê berxwedaneke mezin pêk anî. Berxwedana li vê derê û li yên xeta Govendê û Tepê Xwedê pêşiya artêşa Tirk girt û artêşa Tirk nekarî bi pêş ve were.
PDK JÎ TÊRÎ DEWLETA TIRK NEKIR
Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bi pêş biçe ji nav hêzên Başûrê Kurdistanê ji xwe re li alîgiran geriya. Tê zanîn ku PDK xwe nêzî wan dike. Lê ji ber ku dizanin ew bi tenê nikarin vê pêvajoyê bidomînin, dest bi lêgerîna alîgirên din kir. Tê zanîn ku pêşniyaz li Îran û Iraqê kirine. Di heman demê de ji ser YNK û Goranê jî gelek zext pêk anîne. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst ji bo ku li Başûrê Kurdistanê armancên xwe pêk bînin di warê leşkerî û dîplomatîk de gelek hewl da lê negihişt encamê. Berxwedana gerîlayan û helwesta gelê Başûr bûye sedem ku dewleta Tirk bi ser nekeve.
HEWL DAN OCALAN BI PAŞ VE GAVAN BIAVÊJE
Armanca dewleta Tirk ev bû ku li Bakur pergala gerîlayan parçe bike, li Başûr navenda fermandarî û kontrolê ji holê rake, li Rojava Şoreşa Gel a Demokratîk bixeniqîne û li ser vî esasî jî gavên bi paş ve bi Rêbertiyê bidin avêtin. Ji ber vê jî dewletê tu carî polîtîkaya xwe ya li Îmraliyê sist nekir. Armanca dewleta Tirk ev bû ku gavan bi paş ve bi Rêberiyê bidin avêtin. Rêber Apo 20 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û dewleta Tirk jî dizane ku Rêber Apo tu carî bi paş ve gavan neavêje. Ji wan werê ku bi êrîşên li Bakur, Başûr û Rojava ew ê Rêbertî bi paş ve gavan biavêje.
HEMÛ NORM HATIN BINPÊKIRIN
Ji ber vê jî tecrîdê dikin. Polîtîkayên li Îmraliyê şerekî piralî ye. Li vê derê nirxên exlaqî, zagonên herêmî û naveteweyî û hemû normên etîk hatine binpêkirin. Polîtîkaya li Îmraliyê tê wateya binpêkirina normên mafên mirovan.
Polîtîkaya li Îmraliyê êdî li hemû zindanan tên kirin. Siyasetmedarekî Kurd li Amedê digirin lê wî dibin Girtîgeha Edîrneyê, hinekan bidin girtîgehên dûr ên Enqere û aliyên Behra Reş. Ji bo ku li gelê Kurd zilmê bikin, çi ji destê wan tê, teqsîr dikin. Li ba wan heq û hiqûq û edalet tune. Ji bo mêtingeriya dewleta Tirk ya girîng pelçiqandina îradeya gelê Kurd e. Ji ber vê jî li hemberî çalakiyên demokratîk ên gel şîddetê dikin. Li Îmrali û zindanan tecrîdeke mezin heye. Ji ber vê jî bi rêyên hewayî hewl didin li hemberî gerîlayan bigihêjin encamê.
TENÊ LI EFRÎNÊ GIHIŞTIN ENCAMÊ LÊ EW JÎ HÊ DIDOME
Dijmin ew qasî hesap kir û her tiştê xwe pêşkêş kir lê di dawiya salê de em dibînin ku negihiştiye tu encamê. Wekî ku me li jor diyar kir, di dagirkeriya Efrînê de gihiştine encamê. Gelekî zelal e ku ew ê Efrîn ji wan re nemîne. Ji ber vê jî dewleta Tirk li Efrînê paqijiyeke etnîk dike. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe li Efrînê tiştên hovane dikin. Diyar e ku di dadgehên navneteweyî de ew ê ev tişt werin darizandin.
HEMÛ EYALETAN LI BER XWE DAN
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de şerekî mezin da destpêkirin. Beşên herî girîng ên van şeran Berxwedana Efrînê ye ya ku di 20’ê Çileyê de hate destpêkirin û heta Adarê domiya. Di Adarê de jî berxwedanên li Kanî Reş, Govendê û Xeregolê pêk hatin. Çalakiya herî bi bandor a mehên biharê jî ya Girdara ye ya ku li qada Mişarê hate kirin. Piştre li eyaletên Amed, Serhed, Dêrsim û li qadên din pêngavên biharê yên gerîlayan dest pê kir. Bi taybetî eyaleta Serhedê li hemberî vê konsepta şer a dewleta Tirk berxwedanên mezin hatin kirin.
Ji bo rêxistinkirina vê berxwedanê rêheval Eylul Amed di meha Sibatê de şehîd bû, di meha Adarê de jî rêheval Kemal Garzan li eyaleta Erziromê tevî 6 rêhevalên xwe şehîd bûn. Li paralelî berxwedana Efrînê li Bakur jî berxwedanên mezin hatin kirin û şehadet jî pêk hatin.
AMANOS ÎSTÎSNA YE
Dijmin di meha Nîsanê de bi operasyon û êrîşên hewayî derbên giran li hêzên me yên li Amanosê dan. Ligel rêhevalên hêja ên wekî Vedat, Ferhat û Tofan şehadetên girîng çêbûn. Dijmin her dem li Kurdistanê qirkirinek pêk dianî lê li hemberî mirovên xwe zêde êrîş nedikir. Dijmin bi qasî ku bombe li Kurdistanê dibarand li Amanosê nedibarand. Gerîlayên li wê derê jî ji ber vê sedemê piçekî rihet tevdigeriyan. Hêzên li Amanosê tevdîrên nû yên ji bo gerîlayan ji bo xwe hewce nedidît. Wekî demên berê agirên mezin dadidan û li dora wê dibûn xeleq. Dijmin sûd ji vî tiştî wergirt û sê kom kir hedef û derbeke giran li hêzên Amanosê da. Dijmin jî li gorî xwe got ku di Nîsanê de erd şil e, agir bi daristanê nakeve û êrîşên hewayî kir. Hevalên li wê derê şaş man û dijmin ew qad bomberdûman kir.
GLADÎOYA NATOYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE ARTÊŞA TIRK
Artêşa Tirk hewl da bi keşfên bi rêya ÎHA û SÎHA’yan bigihêje armanca xwe. Jixwe tişta ku dewleta Tirk pişta xwe pê girêdabû SÎHA ye, yên ku di sala 2016’an de Gladîoya NATO’yê daye wan. Dewleta Tirk bi van ÎHA û SÎHA’yan hewl daye tevgera gerîlayan têxe bin kontrola xwe û derbê li wan bide. Lê ji bîr kirin ku îradeya mirovan li ser her tiştî ye. Dewleta Tirk nexwest bibîne ku rastiyeke civakî nikare were tunekirin û îradeya mirovî dikare berxwedaneke mezimn pêk bîne. Wan digotin qey çawa ku Koma Fethûllah Gulen hate bêdengkirin ew ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî were bêdengkirin. Lê eşkere ye ku ne mumkun e karibin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bêdeng bikin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gelê ku bi îdeolojiya Rêber Apo bûye fedaî û gerîlayên ku hatine asta ku ji bo doza xwe dikare xwe feda bike bi SÎHA’yan nikare were tasfiyekirin. Dewleta Tirk diyar dikir ku heta Nîsana 2017’an ew ê PKK biqede. Ev tişt pêk nehat. Piştre jî diyar kirin ku di sala 2018’an de ew ê were tasfiyekirin. Wan digotin qey bi teknolojiyê ew ê karibin her tiştî bikin.
FERASETA FAŞÎST BI SER NEKET
Ew dibêjin bi qey bi zextan ew ê îradeya mirovan hilweşe. Lê heke kesek şehîd dibe, bi hezaran kes şûna şehîd digirin. Belkî her kes tevlê nabe lê ew biryardarî di nav civak, jin, ciwanên Kurdistanê geş dibe. Ev faşîzm tenê rêya bi şîddetê daye ber xwe, ew ji xeynî şîddet û zextan bi tiştekî nizane û girîngiyê nade rastiyên civakî. Pratîka sala 2018’an jî diyar dike ku ev hesabên wan belasebeb e . Ev faşîzm bi şîddetê nikare encamekê bi dest bixe.
JIYANA PKK’Ê JIYANEKE AZAD E
Dijmin ji bo ku vê helwesta gerîlayên berxwedêr tune bike, serî li propagandaya şerê taybet da. Bi tevgerên psîkolojîk bi derew û heqaretan hewl da îradeya jiyana gerîla qels bike. Derewên wekî zarok bi darê zorê girtine, têkiliyên qirêj pêk tînin û mirov tên înfazkirin di hin kanalên televîzyonê yên AKP’ê de hatin kirin. Saziyên fermî yên dewleta Tirk ev derew pêşkêş kirin.
Vê rewşa rezîl a ku dijmin ketiye nav, diyar dike ku bê ew çiqasî ji jiyana azadû demokratîk a gerîlayan ditirse. Ji ber ku jiyana PKK’ê jiyaneke azad e. Li ser esasê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo fedakarî, behremendî û cesaret jî bi pêş dikeve.
JI HELWESTA JINA AZAD DITIRSIN
Bi taybetî jî dema ku di şexsê jinên Kurd de azadiya jinan di nav refên gerîlayan de ji civakê re dibe mînak, xeta azadiya jinan bi gerîlatiya jinan re dibe îrade ji bo dijmin sedema qehrê. Ji ber ku xeta helwesta jina azad ya di nav gerîla û tevgera me de bi pêş dikeve, bingeha wan feraseta baviksalariyê hildiweşîne, hewl didin xeta jina azad reş bikin. Ji ber ku şervanî û performansa jina azad ji civakê re jî dibe mînak û hêzê dide hemû jinan.
Jinên Kurdistanê îro hatiye wê astê ku ji hemû Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşengiyê bike. Rêhevaliya di nav PKK û PAJK’ê de ava dibe û îradeya ku tê sazkirin, dijmin hay ji vî tiştî heye. Rola jinê ya pêşeng her ku di nav civakê de derdikeve pêş, jin bêtir dibin hedefa dijmin. Rastiya jinê ya ku xeta jiyana azad a Apogeriyê ava kiriye, jiyaneke mezin e. ji Sarayan heta Besê Anûşan, heta Bêrîtan, Zîlan, Azîme, Şîlan, Viyan, Zelal, Nûda, Çîçek, Berçem û Delalan qehremaniya jina azad bûye heqîqetek.
NIKARIN BI GIYANÊ APOGERIYÊ
Tişta ku dijmin herî zêde ditirse, tarzê jiyana Apogeriyê ye. Em ji dîroka xwe ya têkoşînê jî baş dizanin, hemû êrîşên dijmin ên ji hundir an jî ji derve tên, prensîb û pîvanên me kirine hedef. Ev şêwejiyan û helwesta azadiyê di nav mirovên me de qudreta berxwedanê bi pêş dibe. Dijmin jî berê xwe dide tunekirina çavkaniya jiyana me. Hêza me ya herî bingehîn Rêber Apo û îdeolojiya wî ye. Ji ber vê jî tecrîdeke mezin li Rêber Apo didin kirin. Jiyana azad û demokratîk a di nav PKK’ê de ji bo me hêz e, dijmin hewl dide wê reş bike. Di bingeha van êrîşên dijmin de tirsa ji jiyan, prensîb û pîvanên Apogeriyê heye. Dijmin dizane ku heta ku ev giyanê Apogeriyê bi me hebe, ew ê nikaribin me têk bibin. Ew ê temsîla giyanê Apogeriyê her dem serkeftinê ji me re bîne