Mêrxasê hêja, heval Nûman jî çû nav stêrkên asîmanan.
Ey feleka xayîn, te ew bejin dirêjê leheng jî bir!
Erê cîhana bêbext, tu wê kengî ji vê hovîtiya xwe ya ku ji holê rakirina şoreşgerên azadîxwaz dev jê berdî?
Te hê jî piçek mirovatî û ehlaqê civakê ji xwe re negirtiye?
Tu kî û ji ber çi dikujî?
Ey cîhana ku te nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtî!
Ma dervî azadî û wekheviyê, tiştek din xwestibû?
Ey pergala bêwijdan!
Ma xwestina wekheviyê di welatekî azad de, pir zêde bû?
Ey qeşmer û sîxûrê Qapîtalîzmê!
Kanî te wekhevî û demokrasî jibo gelan dixwest?
Ey minafiq û qirêja mirovatiyê! Tu baş bizane ku ev kiryarê te yên zalimane û dervî mirovatiyê, ewê ji te re nemîne û wê tola wan ji we bê girtin. Bîranînên wan xweşmêr û lehengan, ewqas kûr û fireh in ku tû car nayên ji bîr kirin û windakirin. Her têkoşerek ji wan ji holê rakirin, bi xwe re bi sedan tekoşervanan di xuliqîne, ev dîyalektîka PKK’ê ye ku di Kurdistanê de daye çandin. Her dilopek xwîna wan, wê bi sedan kûlîlkên ku bêhna xweş bidin Kurdistanê bi xwe re bîne. Ev rastiya ku tim hatiye jiyankirin û tê jiyankirin e, pîvanê hevaltî û berpirsyariya mirovatiyê ev in ku PKK’ê bi me daye naskirin.
Belê, di demekî ku mirovatî dikeve saleke nû ya 2013’an, cardin em dengê qîrkirina ciwanên Kurd ku azadiya xwe dixwazin dibihîsin, îro agahiya ku me gelekî xemgîn kir, şehadeta 9 hevalan ku fermandarê leheng Heval Nûman jî di nav de, me navê wan di muhabera cîhazê de bihîst. Hevalê ku navê wan hatin dayin, Nûman, Rênas, Xebat, Demhat, Egîd, Firat, Omer, Şervan û Masîro, di roja 31’ê Kanuna 2012’an, li herêma Apê Musa, di şerekî artêşa Tirk de bi mêrxasî, tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Hevalê ku min baş nasdikir û demekî dirêj ku me bi hev re xebat meşandî Heval Nûman bû. Bihîstina şehadeta wî, ez pir hestiyar kirim û carekî din kûraniyên dîrok û hevaltiya rast anî berçavê min. Dewleta Tirk carekê din bi dirutî û hovîtiya xwe da nîşandan ku çiqas ji mirovatiyê dûr e. Qaşo ji bo pirsgirêka Kurd ku çareser bike, bi Rêber APO re hevdîtin çêdike û li aliyên din jî êrîşên hovane yên li ser gerilayên Kurdistanê jî nade rawestin. Heman demê jî her roj bi êrîşê hewayî li Başurê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev dirûtiya desthilatdariya AKP’ê ya qirêj dide nîşandan. Tu car li ser rûyê cîhanê desthilatdariyek wek AKP dirû û bêrêgez nehatiye dîtin. Di dijminatiya wan a qel-lêşane de, mêranî tune ye. Hem çareserkirina pirsgirêka Kurd dixe rojevê, hem jî qirkirina siyasî û leşkerî li ser gelê Kurd dide meşandin, ev yek jî durûtiya wan hîn baştir dide nîşan.
Heval Nûman di sala 1992’an de li girêdayî Amed’ê, ji Bismilê tevlî nava refên gerilayên azadiya Kurdistanê dibe. Demek dirêj li qada Amedê xebatek bi nirx û serkeftî dide meşandin û erkê fermandariya yekîne, herêmî, eyalet û herî dawî jî di konseya leşkerî ya HPG’ê de cihê xwe girtiye. Bi xebatên xwe yên demdirêj, serkeftî û hevaltiya xwe ya paqij, di asta rêveberiya Konseya HPG de erk girtiye, di nav hevalan de pir dihat hezkirin û qebûlkirin. Zarokekî Amedê bû û bi perwerda PKK’ê ve xwe baş afirandibû û bi giranî xebatên gerilatiya xwe li eyaleta Amedê da meşandin. Di nava gelek zorî û zehmetiyê mezin re jî derbas bibû, lê dîsa jî bi serkeftî têkoşîna xwe ya azadiyê bênavber dida meşandin. Xwediyê gelek çalakî û wêrekiyên pir hêja bû, di tevahî xebatên xwe de jî ev dida diyarkirin. Heval Nûman piştî vekişandina gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê, di sala 1999’an de ew jî li Başurê Kurdistanê mabû û heya sala 2007’an li gelek herêmên Başur erkê rêveberiyê girt û xebatên xwe da meşandin. Naskirina min a bi Heval Nûman re ji sala 2006’an şunde ku me bi hev re xebat da dameşandin çêbû. Sala 2006 ew li qada Zagrosê di fermandariyê de cih digirt û ji wir jî hatibû tevlî Konferansa HPG’ê ya çaremîn bibû. Di vê konferansê de heval Nûman nirxandinên pir kûr û hêja kir. Jixwe hevalekî pir zana û xwedî ezbûnekî mezin bû, yanî xwendevaniya xwe û ezmûnên xwe yên piratîkî bi hev re dikir yek û bi tevahî hevalan re parve dikir, di esasê çanda famkirina PKK’ê de nêzî bûyeran dibû û çi tiştî, çi demê û bi kîjan şêwazî ku wê bibe dizanibû.
Sala 2007’an vesazkirina min û wî bi hev re li qada navîn a ku ji sê eyaletên binavê Erzirom, Xerzan û Amedê pêktê çêbû, Heval Nûman di fermandarîtiya eyaleta Amedê de erk girt. Piştî hevalên qadê berhevbûn, Heval Nûman berî ku ez herim cem hevalan berpisyarê tevahî hevalan bû û ew perwerde dikirin. Piştî ku em çûn jî amadekirina hevalan di her warî de, herî zêde Heval Nûman pêve mijul dibû. Hevalên ku ji her sê eyaletan hatibûn komkirin û amedekariyên xwe yên çûndinê dikirin, derdorî 60-70 hevalan bûn. Di amedekariya wan de Heval Nûman fedakariyek mezin dikir û xwe li hember tevahî hevalan berpirsyar didît. Di wê demê de derdorê mehekî em li biryargeha navendî ya HPG’ê, li Zapê bi hevre man, gelek nîqaşên me bi hev re çêbûn û me hev hîn baştir naskir. Di wê demê de jî dewleta Tirk ku Rêber APO jehrî dikir di rojevê de bû, wek tevahî hevalan, Heval Nûman jî pir pê êşiyabû û wî dixwest ku rojek berî rojekê derbasî Bakurê Kurdistanê, qada şer bibe. Pêşniyara wî bi bandor tevlîbûna pêngava têkoşîna azadiya gelê kurd û Rêber APO bû. Li gorî vê heval xwe amede kiribû û pir bi coşbû. Piştî ku me bi hev re li ser taktîkê dema pêş û pilansaziya xwe nîqaş bi pêşxist, em bi hev re wek komek heval, me xwe ji bo rêketinê amadekir. Fermandariya HPG ji bona Aqademiya Mahsum Korkmaz em xwestibûn û xwarin ji me re amede kiribûn. Piştî xwarinê hevalan ji me re torenek çêkirin, ez û heval Nûman jî çûn pêşberî hevalan ku çend axaftin bikin û xatirê xwe bixwazin. Piştî çend axiftinan me xatir ji hevalên ku toren çêkiribûn xwest û me berê xwe da qada navîn. Piştî ku em ji biryargeha navendî ya HPG derketin, em çûn Aqademiya Şehîd Bêrîtan, me ji wir jî ava Zapê qut kir û em gihiştin biryargeha Hêzên Taybet. Ji vir jî em derbasî herêma Metîna bûn û ji wir jî me xwe avêt herêma Heftanînê. Ew çend roj û şevê dirêj in ku em bi hev re meşiyan, berpirsyarî û fedekariya heval Nûman hêjayî fêmkirin û gotinê ye. Rastî jî di wan geliyê kûr û hevrazên bilind de, moralek mezin dida hevalan. Di aliyek de westandin hebû, ji aliyên din ve jî xweşikbûna biharê çiya û gelî xemilandibûn. Ev xweşikbûn û bêhna xweş a biharê bû. Rûkeniya heval Nûman bi wan re her zindî dibû. Ez dikarim bibêjim ku her gulek û kulîlkeke biharê ku em digihiştinê, heval Nûman pêre dikenî û bi wate wek ku xatir jê bixwaze, me derbas dikir. Carna me wêneyên xwe bi heval û kulîlkên ku me derbas dikirin re dikişandin, car jî bi meyzandin û guhdarkirinek a li ser lêhûrbûnek kûr bi me re çêdikir em ji wir derbas dibûn. Ev me gelek car di rûyê heval Nûman de baş dît, lewre lêhûrbûna kûr û eşqa dilê wî, xwe di rûyî wê de dinimand-nîşan dida.
Piştî çend rojan ku em li herêma Heftenîn bi hev re man, ji ber ku koma me hejmara xwe zêdebû me xwe xist du beş û ew berpirsyarê beşekê bû, ez jî berpirsyarê beşekê bûm. Koma Heval Nûman bi çend rojan li pêşiya me bi rê ket û berê xwe dan Botanê. Piştî meşekî dem dirêj, heval Nûman bi koma xwe re saxlem gihiştibû eyaleta Amedê. Heya ku me eyaleta Xerzan derbaskir û em gihiştin eyaleta Amedê, êdî bibû payîz. Dema ku em gihiştin herêma Şehid Remzî, piştî me Heval Nûman jî ji herêma Apê Musa hat gel me. Me civîna rêveberiya eyaletê çêkir û di çarçove perspektîfên rêxistinê de, me pilansaziyek da pêşya xwe. Em bi hev re ji bona keşf kirinê çûn derdorê Licê ku em çalakî li darxînîn. Çend caran em bi heval Nûman re çûn keşfa qereqola li ser girê neqaba Comku em lêdin. Di encama vê keşfê de me xwest em çalakiyek bi bandor li ser vê qereqolê bikin. Di payîza 2007’an de, bi çend koman hevalan êrîşî ser qereqolê kirin. Heval Nûman jî li cem me bû û me çalakî temaşa dikir. Heval Nûman qordîna çalakiyê dikir. Bi tevahî hevalan re têkilî çêdikir û ew didan şerkirin. Ev piştî çend salan çalakiya yekem bû û me hevalên eyaletê jî baş nas nedikirin. Ji ber vê her çiqas çalakî hinek serkeftîbe û bê windahî heval zîvirîn cihê xwe jî, lê belê pilansaziya me tam bi ser neket. Encam ne xirab bû, lê ji ber ku me hevalan baş nas nedikirin ,vesazkirin li gor vê baş çênebû. Piştî vê çalakiyê, bihara sala 2008’an me cardin hevdu dît û civîna rêveberiya eyaletê çêkir. Di vê civînê de heval Nûman nirxandinên pir bi bandor kirin û biqasî ku kêmasi jî hebûn, derbaskirina wan û li ser pilansaziya pêşiya eyaletê jî gelek nêrînên di cih de dan. Piştî vê civînê, wek tê zanîn gelek çalakiyên serkeftî û xebatên eyaletê bi erênî bandor li ser pêvajoyê kir. Wek çalakiya li dijî Polîsên dewlata Tirk a li navenda bajarê Amedê ku di payîza 2008’an de bû û gelek Polîs hatin kuştin, tevger kirin heya dawî heval Nûman bi xwe li ser sekinî bû. Dîsa piştî vê êrîşek li ser qereqola Hêzanê ya girêdayî navçeya Licê ku hevalan qereqol tevahî xisitin destê xwe, gelek leşkerên Tirk kuştin û gelek cebilxaneyên wan jî li ser wan hat rakirin, ev çalakî jî heval Nûman qordîna wê ya nêz dikir. Bi qasî di van herdu çalakiyan de rolek mezin leyîst, di gelek çalakiyên din de jî heval tevger kirin û serkeftî dan meşandin de rola xwe girîng bû.
Heya sala 2009’an heval Nûman di fermandariya eyaleta Amedê de cih digirt, di havîna 2009’an de di asta yekemîn de bû fermandarê eyaleta Amedê û bi bandor xebatên xwe yên rêxistinî û yên piratîkî baş bi tevger dikir û pêşiya gelek şaşîtiyan digirt. Ji 2007’an heya 2010’an ez li wir bûm û ez ji wê qadê hatim Başurê Kurdistanê, me bi hev re rêvebertiya qada navîn kir. Her çiqas em ji hevdu cûda dixebitîn jî, lê me hev dişopand û her roj bi rêka cihaza mezin têkilî bi hev re çêdikirin. Hertim bi nêrînên xwe tenê ne eyaleta ku berpirsyarê wê bû, ji bo tevahî eyaletan nêrînên pir hêja dida xuyakirin û xwe berpisyar didît. Rastî jî nêrîn û tespîtê xwe li ser her tiştî di cih de bûn , rastdikir û çêdikir. Di bin erk û berpisyariya wî de, gelek şervan tevlî gerîla bûn û gelek cebilxane peydakir û li eyaleta Erziromê, Xerzan û qada Dêrsimê jî belav dikir. Yanî bi xebatên xwe yên serkeftî heya Dêrsimê jî alîkariya wî çêdibû. Ev jî dida nîşandan ku tenê xwe ji eyaleta xwe na, li hemberî tevahî welatê xwe berpirsyar dibîne û derfetê ku li cem hebûn bi herêman re parvedikir. Ji xwe ev nêzîkbûneke têkoşervanên PKK’ê ye ku hertiştê xwe bi hevalên xwe re parve dike. Heval Nûman di tevahî pîvanên xwe de PKK jiyan dikir û dida jiyan kirin. Piştî ku ez ji qada navîn hatim Başurê Kurdistanê jî, gelek caran ez bi heval Nûman re bi cîhaza mezin diaxifîm. Her cara ku ez pêre diaxifîm, me herduya jî moralekî mezin digirt. Herî dawî jî ez piştî ku hatim qada Botanê, di havîna 2012’an de ez dîsa pêre axifîm û min pirsa rewşa wî kir. Pir kêfxweş bû û bi coşa xwe ya berê bi me re axifî. Rastî jî her axiftinek ku min pêre dikir, xuya dibû ku ew li ser pêngava tevgera şoreşgerî ya azadiya Kurdistanê xwedî lêhûrbûnek kûrbû. Jixwe wek hat dîtin jî, bi navê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanc û Şehîd Harûn, gelek çalakiyên ku li ser pêvajoyê bandorekî erênî pêkanîn. Piratîka eyaleta heval Nûman a 2012 bi gelek aliyê xwe moral da me û hêza me ya serkeftinê xurtir kir. Gelek çalakî bi taktîkên dewlemend pêk anîn û artêşa Tirk xist nav tirs û xofê. Darbeyê ku li dijmin dan, ew şaşo maşo kirin û nedikaribûn pêşiya çalakiyên wan bigirin. Bi kurtasî tevlîbûna heval Nûman a pêvgava serdema stratejik a çaremîn, bi rihê mêrxasî bû û encamê wê jî, ji bo me ronahiya serkeftinê çêkir…
Tiştê ku ez dawî bibêjim ji bo jiyana vî hevalê mêrxas, em bi çend gotina nikarin rastiya wî ya mezin bînin ziman. Rastî jî ev kesayeta mezin hêjayî naskirin û fêmkirinê ye. Ji ber ku pêdiviyê mirovatiyê bi azadî û wekheviyê heye û heval Nûman jî, têkoşervanekî azadiya mirovatiyê bû. Jiyana xwe tev dabû vê têkoşînê û tu car xwe ji ti fedekariyan neda paş û tim li pêş cih digirt. Jiyana wî tev di nava şer de derbasbû û hertim li pêş cihê xwe digirt. Wî nevîtiya xwe ya Şêx Saîdê Kal baş pêkdianî û banga wan a têkoşîn meşandinê dianî cih. Ew dîrokzanekî baş bû û li gorî vê jî xwedî berpirsyarî bû. Di hevaltiya xwede dilnizm û dilpak bû. Nêzîkbûna xwe ya ji gel re, pir gelêrî û birêz bû, li hember nirxê gel pir hişyar û parêzvan bû. Gelê herêmê pir pêve girêdayî bû û tim daxwaziyê wî yê xebatkirin û welatparêziyê dianîn cih. Her ku gel durustî û paqijiya wî didîtin, bêhtir pêve dihatin girêdan. Jixwe heval Nûman di zarokatiya xwe de heya şehadeta xwe xwebatên xwe di nav wan de dabû meşandin, ew ne zarokê dayik û bavê xwe bû, yê tevahî gelê Kurd bû. Bi xebatê xwe ev dabû îspat kirin. Pêwîst e ku gelê Kurd jî, li nirxê ku vî qehremanî xuliqand, lê xwedî derkevin û rêka wî ya azadiyê bimeşînin. Em jî wek hevalên wî soz didin ku emê li pey şopa wî ya azadiyê bimeşin û armanca wî ya serkeftinê bi fedekariyeke mezin heya serkeftinê bidomînin. Soza me ya girêdana şehîdan ev e ku em armanca wan bi cih binîn. Li ser vî esasî, ez ji malbata heval Nûman û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.
Fermandarê HPG’ê Heqî Mêrdîn