Serokê dewleta Amerîkayê Donald Trump, piştî daxuyaniya vekişînê, “pesna” dewleta Tirkiye û serkêşê wî Erdogan da. Bi gotina “Tirkiye,Daişê têk bibe” ve baweriya beramberî hev jî anîbû ziman. Piştî daxuyaniyê, pirsa “ Trump, bi baweriyê ev tiştan dibêje an jî gotinê şûnde bi têra xwe bikene gelo?” tê hişê mirov.
Helbet, piştî daxuyaniyê Trump çi kir, tu kesî eleqedar nake. Lê li vir, fêdeyê zanîna hinek tiştan jî heye. Ew jî heke, Trump baweriya xwe bi tiştên gotî anîbe, di rastiyê de ji xeynî Trump û Erdoganê baweriya tu kesî nîne. Heke Trump, ji ber ku Serokê Amerîkaye û ji ber wê jî li benda baweriya hin kesan bibe, ew jî tenê xwe xapandin e. Ji bo vê jî tenê têkiliya Tirkiye û Daîşê, dîsa têkiliya Tirkiye û çeteyên ku Tirkiye, bi navê Kuvayi-Miliye birêxistin kiriye binêrin bes e. Heke ev jî têrê neke, em dikarin têkiliya Tirkiye û Rûsyayê jî binêrin. Bi teybetî jî hevdîtinên Erdogan û Putînê ya li ser Îdlîbê binêrin, li hevpeymanên wan binêrin bes e.
Yê çiqasî rast e, em vê nizanin. Lê qasî ku ji rojnameyan hat weşandin, li ser derxistina çeteyên di îdlibê de ne, di navbera Erdogan û Putînê de hevpeymanek hatiye çêkirin. Ji ber wê jî Rûsya destûr da ku Tirkiye li Îdlîbê cihên çavdêriyê veke. Lê belê TC, bi vê destûrê ve li dora Efrînê qereqol çêkirin û bi vî awayî jî Efrînê dagirkir. Rûsya, li gel bertekên Îran û rejîmê, pesend da dagirkirina Tirkiyeyê.
Beriya dagirkirina Efrînê û piştî vê, hevpeymana ku di navbera Erdogan û Putînê de hatiye çêkirin, gelo ji ber van mabestan hatibû çêbûn? Dîsa jî divê ku em bi îhtîyadî nêzik bibin. Lê belê, di Qomploya Navneteweyî ya li ser Rêber APO de Rûsya jî cihê xwe girtibû; ev jî neyê jibîrkirin. Bi teybetî Putîn jî, di wê pêvajoyê de, di sala 98’an û 99’an de, Serokê Servîsa Ewlehiya Federalê ya Rûsyayê bû. Ji ber wê jî, Putîn, ji derxistina Rêber Apo ji Rûsyayê haydar bûbû.
Niha jî, piştî daxuyaniya Amerîkayê ya li ser vekişînê, dîsa daxuyaniya Trumpê ya li ser Tirkiye ( “Tirkiye wê Daîşê têk bibe”), heman tiştan tîne hişê mirov.
Soza Erdogan ku ji Trump re gotibû “ li hemberî Daîşê herî baş em şer dikin û teqez em ê wan têk bibin” û dîsa doza Erdogan ku ji Putîn re gotibû dişinin hev, heman in. Ji ber ku, piştî axaftina Trumpê ku baweriya xwe bi Erdogan tîne(?!), dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî bir sînora Rojava û hêzên xwe yên li Surî jî şand ber bi Mînbîcê re. Bi vî awayî kete pozîsyona dagirkirinê. Lê belê Trump gotibû ku “ li hemberî Daîşê em bi Erdogan re li hev hatin.”. TC, ne li hemberî Daîşê, li hemberî QSDê kete nava pozîsyona şerê. Li Til Ebyadê, li Kobanê, li Serêkaniyê û Minbîcê di nava hewldana şer de ne. Çawa ku bi Rûsyayê re li ser çeteyên Îdlîbê li hev hatibûn û piştre jî bi êrîşê Efrînê û gelê Kurd kirin, ev lihevhatina Trump û Erdogan jî dişibe vê tabloyê.
Em nikarin bêjin ku “Trump nizanibû” û “Erdogan ew xapand”. Çawa ku Putîn di derheqê Îdlîbê de nehatibû dek û dolabên Erdogan, Trump jî nehat. Ji ber ku TC, bi Daîşê re pirsgirêk najîn. Ê ku vî tiştî herî baş dizane jî Trump û CİA ye. Li destê CIAyê, di derheqê têkiliya TC û Daîşê de gelek belgeyên şênber hene. Ji vê ya zêdetir jî li destê Putîn û Servîsa Ewlehiya Federala Rûsyayê jî hebûn û di pêvajoya qeyrana balafirê de Putîn, gelek belge şandibûn TV û rojnameyên neteweyî û navneteweyî.
Di Qomploya Navnetewiyê ku li ser Rêber APO pêkhatî de rola Amerîkayê jî tê zanîn. Bi ser de, Amerîka plangêra vê pêvajoyê jî; vî tiştî înkar jî nake. Her du dewletên ku di nava qomployê de cih girtine, ango Amerîka û Rûsya, li hemberî gelê Kurd ku paradîgmaya Rêber APO esas digre û Rêber APOyê wek rêberê xwe dibîne, bûne yek. Dîsa mîna berî, li hemberî Kurdan hêza Tirkan bi kar tînin. Dewleta Tirk jî, ji ber ku hebûna Kurdan ji bo pêşeroja wî bixeter e, bixwestek tevdigere û bi temamî xwe pêşkeş dike. Di esasê xwe de vê rasteqîniyê, têkiliya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn û Qomploya Navneteweyî jî nîşana me dide û rasterast delîlê vê ye.
Şerê Sêyemîn a Dinyayê nav xwe de ketiye serdemek girîng û ji ber vê hewce dike qadên germ yên pevçûnê zêdetir fireh bikin. Tê fêm kirin ku armancê de Îran heye. Li vir wek sala 1998 an de berî êrîşê Iraq, hêzên navnetewî yên hevanî, bi awayekî girîng pêdiviyê TC û Kurdên hevkar dike. Hevaniya navnetewî ji nû ve ava kirin dûv re 6 ê Sermawezê de ABD biryara ku ser qadroyên pêşeng yên PKK girt û bi hin hêzên Başûrê Kurdistan re hevdîtin çêkirin ev jî pêdiviyê rasterast dide der. ABD li Rojava hêzên xwe yên leşkerî dikşîne û pêşiya TC vedike ku ji Minbicê wê de êrîşek dest pê bikin, axa Kurdistan a ku bi navê ‘Rojhilata Feratê’ dagir bikin, girtina piştgiriya Rusya jî ev rastiya eşkere dike.Daneyên dest me de û tiştên ku çê bûye ve nirxandinek wisa biderfet dike.
Li Minbicê DAÎŞ tune. Herêma ku bi navê ‘ Rojhilata Feratê’ de DAÎŞ tune. Li vir Kurd-Ereb-Asûr-Ermen-Turkmen hene. Ev jî Hêzên Demoqratîk yên Sûriyê pêk tînin. Herî dawî li Dêrazor bi girtina Hecînê bandora DAÎŞê piranî hat şikandin. DAÎŞ li biniya hin deverên Dêrazor xwe didomîne û ev herêm bi sînorên TC ve pêwendiyek wê tune.(Heta tiştek wisa hebe dîsa jî sedemek dewleta TC mafdar derxîne tune. Herêma ku ABD pêşî vekir û dagirkirina TC-Rusya biderfet kir, li wir DAÎŞ tune. Ev jî raber dike ku pêrsgirika bingeh ne DAÎŞe, Hêzên Demoqratîk yên Sûriyê û teva wî bi Komploya Navnetewî gihîştina armancê ye. Serokê ABD Trump û R.T.Erdogan ser hevpariya ”dijî DAÎŞê” pesnên ku hatin dayîn binî de ev rastiya heye. Dibêjin li dijî DAÎŞê lê rastiya din Hêzên Demoqratîk yên Suriyê taybetî jî li Rojava karên ku Kurdan bi dest kiriye tune bikin, Dewleta TC jî ji bo destpêka êrîşê wek serberan bi kar tînin. Divê ev rastî were fêmkirin, lê hay bin û amade bin.
Cemal ŞERİK
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk ê Kurdistanê