Li navçeya Çermê ya Çewlikê bi pileya 4.3 erd hejiya.
ÇEWLÎK-Serê sibê saet 05:09’an li navçeya Çermê ya Çewlikê li gorî pîvana Rîchter bi pileya 4.3 erd hejiya. Erdhej 5 kîlometre binê erdê pêk hat. Têkildarî encamên erdhejê agahî nehatin bidestxistin.
Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstituya Lêkolînkirina Erdhejê ragihand ku navenda erdhejê navçeyên Şenkoy û Çermê ye û erdhej bi pileya 4.3, 5 kîlometre binê erdê çêbûye.