Li Serêkaniyê li dijî gefên dewleta tirk ya dagirker di derbarê êrîş û dagirkirina axa bakûr û rojhilatê Sûriye’yê de gelê Serêkaniyê çalakiya kon wekî mertalên zindî de vedan.
SERÊKANIYÊ– Li Serêkaniyê li dijî gefên dewleta tirk ya dagirker di derbarê êrîş û dagirkirina axa bakûr û rojhilatê Sûriye’yê de gelê Serêkaniyê çalakiya kon wekî mertalên zindî de vedan. Her wiha berxwedana gel ya li hemberî rewşa hewayî ya sermayê û baranê di kon de li ser sînorê Serêkaniyê û bakûrê Kurdistanê dewam dike. Îro jî bi sedan gel û endam û hevserokên saziyan ji hemû bajarên kantona Hesekê de nobet digrin nerazîbûna xwe ji dewleta Tirk ya ku dixwaze axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dagirbike nîşan dan.
Di nobetê de gelek axavtin li ser navê hevserokên şaredariyan û desteyan û bajaran hatin kirin. Di axavtinên xwe de wiha nîşan dan; ‘’Gefên dewlata tirk li ser bakûr û rojhilatê Sûryeyê encama aloziya di hundirê Tirkiyê de diqewime. Aloziya azadî û demokratîk ya ku bi avakirina dewleta Tirk re derketiye holê Ji ber ku dewleta Tirk mafê gelan xwariye.’’
Her wiha di axavtinên xwe de anîn ser ziman:
‘’Herêma bakûrê Sûriye bûye hembêz ji bo bi hezaran koçberên ku di encama aloziya Sûriye yê de koçber bûn. Îro jî Erdogan dixwaze vê herêmê dagir bike.’’
Her wiha gotin; ‘’me bedelê azadiya xwe xwîn daye û xwîna şehîdên me li erdê naçe. Em wekê gelên bakûr û rojhilatê Sûriye’yê em ê bi çi bedelî be bila bibe emê parastina axa xwe bikin û ew ê vîna ya bi jiyaneke azad û bi rûmet de bi serkeve.
Di dawiya axavtina xwe de tecrîda li ser Serok Apo şermezar kirin û tu carî gefên dewleta Tirk me natirsîne .
Hate zanîn wê çalakîya mertalên zindî li ser sînorê Serêkaniyê bakûrê Kurdistanê bidome.