Ji Meclîsa Leşkerî ya Mînbîc’ê Daxuyanî

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî binpêkirinên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker Ii gundewarên Minbicê daxuyaniyek belav kir.

MINBIC- Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî binpêkirinên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker Ii gundewarên Minbicê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: ”

Binpêkirinên çeteyên Mertala Firatê li xeta Sacûrê berdewam in.

Çeteyên Mertala Firatê ji şevê din ve heya vê êvarî li xeta Sacûrê binpêkirinan dike. Di vê çarçoveyê de nuqteyên hêzên me li ser xeta Sacûrê bi çekên navîn û giran dikin hedef. Ji gundên hatin hedefgirtin; Toxara Mezin a rojhilatê bajarê Minbicê, Mehsenî yê rojavayê bajêr, ev guandanan du caran li pey hev hatin hedegirtin. Her wiha çeteyên koma navborî bi çekên giran gundên Beraziyê yê rojavayê Erîmê û Kirêdiyê jî kirin hedef.”

Nivîsa Pêş