Çalakiya gireva birçîbûnê yê li Mexmûr’ê bi tevli bûna komên nû berdewam dike. Gireva birçîbûyîna ku hatiye dest pêkirin bi beşdarbûna Xwendevanên YXA’ yê wê berdewam bike.
MEXMÛR- Xwendevanên ku çalakiyê dewir girtin, hestê xweyê derheqê Rêberên Gelan Abdullah Ocalan û armancên xweyê vî çalakiyê anîn ser ziman, ji çalakvanan ciwanê bi navê Îsmail Ûçar got ku; ”Me wek Xwendevanên YXA yê gireva birçîbûyîna kû hatiye dest pêkirin beşdar bûyina xwe ya vî çalakiyê çekir. Hemû Ciwanên kurdistanê ji pewîste bê ku bifikirin, tevlî van çalakiya bibin û tişta ku ji deste wan tê gerek bikin. Ji ber ku ciwan peşengê civakêne, pêwiste em wek ciwan li hember Tecrida giran kirî li ser Rêberê me te meşandin li hember vi tecrîdê em Serî hildin.”
“ Dibe ku di vî rêyeda em bedele pir giran bidin ,le belê jiber azadi be bedel nabe we Serkeftin di dawiyêde bikevê deste me da”
Her wiha Jina Ciwan a bi navê Zaîde Yılmaz jî heste xwe anî ziman û got kû;”Em di wî baweriyedanê ku sala 2019 bibê sala azadiya Rêber Apo û di Kurdistanek Azad de em bi Rêberê xwe re azad jiyan bikin. Rêber Apo di civakeda jinê nûda afirandiyê ji ber vî jî wek jin wek Jinên Ciwan bi taybet erkameyê ku li Rêbertiya xwe em xwedî derkevin. Dijmin baş dizanê ku em wek ciwan wek jinên ciwan xwedî îradene û li Rêbertiya xwe xwedî derkevin.”her wiha Yılmaz di dawiya axaftinên xwe da diyar kir ku; ‘’Em bi milyonan Ciwanin ku me Rêbertiya xwe hembêz kiriyê, em wek ciwan li pey fikir û ramanên Rêberê xwe bin, heta dawiya jiyana xwe jî ji bo Azadiya Rêberê xwe tebikoşin. Doza me dozek girane, dibe ku em azadiyê dixwazin, Azadî jî bê bedel nabe. Dibe ku di vî rêyeda em bedele pir giran bidin, lê belê ji ber azadi bê bedel nabe wê Serkeftin di dawiyêde bikevê deste me da.”
“RÊBER APO RONAHİYA AZADİYÊ YE”
Ciwanê bi navê Qehreman Kara jî diyar kir ku; ”Rêber Apo her tim xwest ku civaka Kurd xwedî Azadiyek bi rûmet bibe û hertim ji bo vî jî tekoşîn da meşandin. Em jî wek Ciwan xwedî li Rêbertiya xwe gerek derbikevin. Rêber Apo ji bo me Ronahiya Azadiyê diyar dike. Çawa ku di nav tariyê de Ronahiyek hebe û herkes xwe li derdora vî Ronahiyê kom dikê, em jî niha wek gele Kurd, wek Ciwan li derdora ev ronahiya xwe kom dikin. Rêber Apo hebûna jiyana me Ciwana ye.”