Li Îran’ê xwendekar û karker li dijî hikumetê li ser piyan in. Li Tehranê, karkerên kompanya Mexazin li ber qaymeqamtiya Qezwîn, cotkarên parêzgeha Îsfehan û xwendekarên Zanîngeha Tehranê û komek endezyarên şaredariyê li 5 navendan çalakî pêkanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî, nûçeya Saziyên Parêzerên Mafên Mirov ên li Îranê, duh teqawîtên leşkerî li Tehranê, karkerên kompanya Mexazin li ber qaymeqamtiya Qezwîn, cotkarên parêzgeha Îsfehan û xwendekarên Zanîngeha Tehranê û komek endezyarên şaredariyê li 5 navendan çalakî pêkanîn.
Ji teqawîtan li Tehranê çalakî
Li Tehranê beşek ji teqawîtên leşker li dijî pêkneanîna sozên dewletê yên ji bo peydakirina cih dayîn wan, çalakî pêk anîn û gotin ku bi salene soza dane wan, lê hîn bê mal û xanî ne. Herwiha eşkere kirin ku heta niha ji bo wan erd jî diyar nekirine, ji bo ku bikin avahî.
Li Qezwîn çalakiya karkeran
Duh 80 karkerên kompanya Mexazin li ber qaymetamtiya Qezwîn li dijî nedayîna mûçeyan çalakiyek lidar xistin. Piştî ku kompanyayê ji bo kêmkirina mesfetê guhertin çêkir, peynameya karkeran jî bi dawî bûye û niha karker bêkar mane. Karkeran eşkere kirin ku jiyana wan gelek dijwar bûye û êdî nikarin pêdiviyên malbata xwe peyda bikin.
Cotkaran li Îsfahan çalakî kirin
Herwiha cotkarên Îsfahanê bi dirûşmeya,’Diwestin, şer dikin û em ê mafê xwe bistînin’ cara dehan li dijî pêkneanîna daxwazên xwe û çaresernekirina pirsgirêka kêmbûna avê nerazîbûn nîşan dan. Coktarên Îsfahanê dixwazin ku pirsgirêka zûwabûnê û bêaviyê were çareserkirin.
Endezyarên Şaredariya Tehranê jî li qadan bûn
Endazyarên Şaredariya Tehranê li dijî pêkneanîna daxwazên xwe ku daxwaza başkirina mûçe û mafên xwe dikin, li ber Meclîsa Tehranê çalakiyek lidarxistin. Duh Serokê Meclîsa Tehranê Mihsin Haşmî eşkere kiribû ku wê daxwazên wan bişopîne.
Çalakiyên xwedekaran berdewam dikin
Herwiha piştî ku di 25’ê Kanûnê de li Tehranê otobusekî veguhestina xwendekaran li nava Zanîngeha Zanista û Lêkolînê de qelibî û 10 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û 27 xwendekar jî birîndar bûn, xwedekaran dest bi çalakiyan kirine, heta niha jî nerazîbûnên xwendekaran berdewam dike. Xwendekar sedema bûyerê xemdariya hikûmeta Îranê dibînin.