Tê îdiakirin ku ji ber her du Serfermandarê dagirker jî bi hinceta li hemberî operasyona Rojava û Bakurê Surî derketine hatine kêmbandorkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Cihên Serfermandarê Artêşa Duyemîn Îsmaîl Metîn Temel û Serfermandarê Lîwayê Salara Çaremîn Mîrlîwa Mustafa Barut, di 31’ê Kanûna 2018’an de hatibû guhertin.
Her du serfermandarên dagirker jî bi kêmkirina payeyê ve hatibû kêmbandorkirin.
Tê îdiakirin ku ji ber her du Serfermandarê dagirker jî bi hinceta li hemberî operasyona Rojava û Bakurê Surî derketine hatine kêmbandorkirin.
Li gor vê her du serfermandarê dagirker jî ne bi hinceta ji ber ku di 14-15’ê Kanûnê de tevlî merasîma nîşanê û serkeftinê nebûne, ji ber ku li hemberî operasyona Rojava û Bakurê Surî derketine û bi siyasetmedaran re li hev nehatine hatine kêmbandorkirin.
Her du fermandar jî tê îdiakirin ku di operasyonên “Şaxê Zeytûna” û “Mertala Feratê” de serkeftî bûne. Bi kurtasî, li hemberî operasyonê liberabûna her du serfermandar jî wiha ye;
*Li gor “Gefa li hember”, “Şaxê Zeytûna” û “Mertala Feratê” hê jî ji bo operasyona nû piştgiriya dewletên navneteweyî nehatiye girtin
*Him ji Amerîkayê him jî ji Rûsyayê daxuyaniyên cûda têne gotin.
*Demsal û şert û mercên erdnigariyê ji bo Tirkiyeyê rewşa neyinî derdixe holê; ev jî ji bo armanca me yê “ di operasyonê de wendahiya herî kêm” zirar e.
Ji ber ku her du serfermandar jî bi van hincetan li hemberî operasyonê derketine, hatin kêmbandorkirin…