Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Rêkan, Guher, Kafya û Zap li gel herêma Metîna ya bajarê Dihok ên Başûrê Kurdistanê bombe kirin.
Hate ragihandin ku tevgera balafirên şer ên Tirk a li herêmê dewam dike.
Têkildarî ziyanên êrîşê jî agahiyên zelal nehatine girtin.