Herçî Strecker e, dibêje, armanca wê ya sereke ew e ku di dema govendê de kêf bike û wiha dewam dike: “Ji bo dema li pêş a dûr xewna min bû ez bibim dersdara govendê; û heger derfet çêbe, ez ê bibim.
NAVENDA NÛÇEYAN- Jineke ciwan a Elman li Berlînê fêrî qederê 50 reqs û govendên Kurdan bûye û hez dike, heke derfetê çêbin, ew bi xwe bibe dersdara reqs û govendên Kurdî.
Ev jina ciwan Sonja Strecker e û 28 salî ye. Li paytexta Elmanyayê Berlînê beriya bi 8 salan weke hobiyekê dest bi govenda Kurdan kir, lê çawa bi Kurdan eyan e, govend dev ji kesî bernade. Hingê ew dikeve nava koma govendê ya bi navê GovendaKÎ (Govenda Kurdî Înternasyonal). Sê kesên hezkerên çanda Kurdî kom damezrandibûn da ku çand û folklora Kurdan bidin nasîn. Yek ji dersdarên komê Veysî Ozgur e û ew dibêje, 56 kes di komê de hene û ji be rku her diçe bêhtir Kurd û kesên ne Kurd li wan zêde dibin jî ev hejmar zêde dibe.
Herçî Strecker e, dibêje, armanca wê ya sereke ew e ku di dema govendê de kêf bike û wiha dewam dike: “Ji bo dema li pêş a dûr xewna min bû ez bibim dersdara govendê; û heger derfet çêbe, ez ê bibim.
Çavkanî: Yenî Özgür Polîtika