Li bajarê Tirkiye Bolu’yê sê roj berê xwendekarê Kurd R.Î. bi sedema ku di nav mînîbûsê de Kurdî axiviye ji aliyê kesên ”netewperestên Tirk” ve rastê êrîşê hat.
BOLU- Li bajarê Tirkiye Bolu’yê sê roj berê xwendekarê Kurd R.Î. bi sedema ku di nav mînîbûsê de Kurdî axiviye ji aliyê kesên ”netewperestên Tirk” ve rastê êrîşê hat. Piştê ku R.Î. rakirin nexweşxaneyê hevalên wê lidjî vê êrîşê bi komboyunekê bertekên xwe nîşan dan û bi hatina komên netewperest di navebera ciwanên Kurd û netewperestên Tirk de şer derket.
Xwendekarên Kurd yê ku di Zaningeha Bolu Abant İzzet Baysal’ê dixwendin gotin ku; ”Her tim em bi êrîşên faşîstan rû bi rû dimînin. Ewlehiya canê me nîne. Li ber malên me wesayîtên ku tê de kî hene em nizanin disekin in. Tu kes giliyên me guhdar jî nake. Berê jî hevalekî me di nav bajêr de rastê êrîşê hatibû. Lê kes ji wan êrîşan re asteng nabe.”
Piştê ku xwendekarê Kurd ji nexweşxane rakirin polêsan wê birin û îfadeya wî girtin, lê ji komên êrîşkar kes nehate binçavkirin.