Koordnînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Bakurê Kurdistan DGH di derheqa çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û komkujiya Roboskî bi daxuyaniyekî eşkere kir. Her wiha DGH di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser çalakiya Leyla Guven.
NAVENDA NÛÇEYAN– Kordînasyona DGHê ; Ji bo him xwedîderketina li çalakiya Leyla Guven a ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO were rakirin, him jî ji bo Salvegera Komkujiya Roboskiyê yekîneyên me li Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî pêk anîn. Di encama van çalakiyan de 3 wesayît hatin şewitandin, panqartên bi bombeya bidengî hate daliqandin û çalakiya nivîsandinê hate kirin.
STENBOL
Di 29ê Kanûna 2018’an de li taxa Sultangazî Esentepeyê ji hêla yekîneyên me a bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Baran Mawa ve li mobeseyê panqartek bi bombeya dengî hate daliqandin. Piştî çalakiyê dijmin qad dorpêç kirin. Yekîneya me biewlê gihîştin cihê xwe.
ÎZMÎR
Di 31’ê Kanûna 2018’an de li navçeya Îzmîr Gazîemîrê ji hêla yekîneya me a bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Nazelîn Korkut çalakiya wesayît şewitandinê pêk hat. Di encama çalakiyê de 2 wesayît bi temamî hatin şewitandin.
MERSÎN
Di 30’ê Kanûna 2018’an de li taxa Toroslar Guneykentê, di dora seat 02.40’an de ji hêla Yekîneya Tolhildana Şehîd Zana ve wesayîtek hate şewitandin. Da zanîn ku xwediyê wesayîtê MHPî ye û wesayît bi temamî hat şewitandin.
AMED
Di 31’ê Kanûna 2018’an de li taxa Rêzan ŞehŞamilê ji hêla Yekîneya Tolhildana Baran Amed ve çalakiya nivîsandinê pêk hat.
ANTALYA
Di 3’ê Kanûna 2018’an de li navçeya Manavgatê ji hêla Yekîneya Tolhildana Şehîd Harun Serhed ve çalakî pêk hat. Çalakî li hemberî tamîrxaneya maşîneyên karê ya şaredariyê pêk hat û di encama çalakiyê de 2 maşîneya karê bi temamî hatin şewitandin û tamîrxaneya şaredariyê jî zirarek mezin dît.