Di heftaye borî de ciwanên Kurd ên ku ji Swîsrê, Awûsturya û Elmanayeyê li Swîsreyê qampek 5 rojî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di heftaye borî de ciwanên Kurd ên ku ji Swîsrê, Awûsturya û Elmanayeyê li Swîsreyê qampek 5 rojî li dar xistin. Qampa ku di hin çalakiyên çandî pêkhatin de ciwan, çalakiyên werzîşî û xebatên li ser Dîroka Kurdistanê jî li dar xistin.
Qampa ku 45 ciwanên Kurdistanî tevlîbûbû di nava rûgeşiyê de derbas bû. Hemû amadehiya qampê jî û hemû çalakî û xebatên qampê jî ji hêla ciwanan ve hatin birêxistinkirin. Di roja ewil de bernameya qampê hat diyarkirin û jê pê de jî li gor bernameyê çalakî û xebatên çandî, werzîşî û perwerdehî bi cih anîn. Li gor plansaziyê ji bo her xebat û çalakiyê ciwanek wek berpirsiyar û peywirdar hate hilbijartin û bi awayekî birêxistinî tevgerîn.
Her roj ciwanekî Kurd ser dîroka Kurdistan û zimanê Kurdî semîner da.Yên ku tevlî semîneran bûn bi baldarî şopandin, beşên mayî de jî werzîş û çalakiyên çandî pêk anîn.Ciwan qada qampê ku daristan lê ye ,derdiketin meşê, her roj tevî stranan govend digirtin.Lîstika sînemaya bêdeng, goga masê û wek trombolîn bi çalakiyên werzîşê ve demên xwe derbas kirin.