Piştê ku di sala 27 Mijdarê 1978’an PKK hate avakirin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji ber zext zêde bibûn bikaribe qadroyên xwe biparêze û saziyan zêde bike berê xwe da welatê Libnan’ê. Di meha nîsana 1978 de ji sînora Kobanê derbasî Rojava bû. Bi Abdul Hasanê ku di zaningeha Stenbol’ê de bi Rêbertî re hev û dû naskiribûn li gundê Alborî dima. Rêberê Gelan 41 roj li Kobanê, piştre jî Allepo, Şam û Libnan’ê ma.
Ew mala ku tê de mabû îro wateyek têr û tije dihevîne. Ew mal piştê şoreşa hate restorekirin. Niha jî gelek kes tên vê malê dixwazin bibînin. Wê demê ji gundiyan kes nedizaniya ka ev kesê ciwan kî ye. Lê herkes ji sekna wî bandor dibû û bi meraq mezin guhdariya fikrên wî ya Kurdistan ji mêtingeriyê rizgar bike dikirin.
Birazê Abdul Hasan bi navê Hasan bi zarok û hevsera xwe ve di vê gundê de dijî û bihara sala 1979 pir baş tê bîra wî.
Çima Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate vê gundê?
Apê min Abdul Hasan, li Stenbol’ê beşa Farmakolojî dixwend. Abdullah Ocalan jî li heman bajarê de di beşekî de dixwend. Dema betlaneyan Abdullah Hasan dema dihat gundê li gund bi hevalên xwe re diaxiviya.
Di vê navberê de hevalan zêdetir ketin di nav civakê û jibo saziyan ava bikin zêdetir hewldan.
Çawa gihîştin gund?
Bi henek hevalên ku sînor ê nasdikirin şev derbasbûn Piştre hate mala me û di mala apê min Abdul Hasan de ma. Bi giştî 42 roj li gundê me bû.
Piştre çawa berdewam kirin?
Piştê 42 rojan çû bajarê Kobanê. Ji wir jî derbasê Halep’ê bû. demek li wir ma û ji wir jî çû Şam û Libnan’ê.
Bi gundiyan re çi axivî?
Bi gundiyan re di derheqa avakirina partiyê û rastiya neyar de axivî. Jixwe berê agahiya avabûna partiyê ji me re gihîştibû.
We wî ya çawa naskir?
Di destpêkê de me wî nasnedikir. Lê me wî bi kesayeta wî ya taybet di demek kurt de naskir. Pir bi dsîplîn û zîrek bû. Ji meşê hezdikir û pirani jî bi tevger bû. Zanina wî ya ku li gundê me bû ji bo me wateyekî mezin û cuda bû.
Tu dikarî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çi bêjî?
Ji bo her mirovekî bikaribe bijî rumetek heye. Ez mirovek wel Rêber Apo yê ku bûye Serokê gelan û fikra PKK ji cihanê re belav kir. Ji Asya bigire heya Evropa bi komployê girtina wî xiyanetek bû. Ez vê şermezar dikim. Ez vê ya qebul nakim.