Zanîngeha Dîcleyê, ji mêj ve bi zextê re rû bi rû ye. Xwendekarên zanîngehê da zanîn ku ew li nava zanîngehê naxwazin polês hebin û dewlet jî dixwaze zanîngehê weke qereqolan bikin.
AMED- Zanîngeha Dîcleyê, ji mêj ve bi zextê re rû bi rû ye. Xwendekarên zanîngehê da zanîn ku ew li nava zanîngehê naxwazin polês hebin û dewlet jî dixwaze zanîngehê weke qereqola bikin.
Li gor çavdêriyê, 15 fakulteyên zanîngehê hene û li pêşiya her fakulteyê jî wesayîtên zirxî û polêsan disekinin. Bi teybetî jî li pêşiya fakulteyên perwerdehî û dadmendiyê zêdehiya polêsan balê dikşîne. Di encama hevdîtina ku me bi xwendekaran re kirî de xwendekar got ku ew ji hebûna polêsan aciz in û naxwazin polês li qada zanîngehê bi vî awayî bigerin.
Xwendekara jinek ciwan ya Fakulteya Perwerdehiyê F.Ç. ji ber binçavkirin û girtinê naxwaze navê xwe bide û got; “ Êdî polês ne li derva digerin, tên hundirê fakulteyê jî û destdirêjî xwendekarên jin dikin”.
Xwendekara jina ciwan, di dawiya axaftina xwe de got, hemû xwendekar ji polêsan aciz in û naxwazin li zanîngehê polês hebin.
Xwendakarê fakulteya dadmendiyê B.K. jî diyar kir ku ;”êdî polês her û her li nava zanîngehê ne û bi nêzîkatiyek nijadperestî tevdigerin”. Di berdewamiya axaftinê de got; “ polêsên sivîl têne waneyan û bi vî awayî jî dixwazin li ser me zextê çêkin. Ev jî bi destê rektorê tê kirinê, dekan jî vê rewşê ji nedîtinê ve têne û bi vî awayî jî dixwazin zanîngeh bikin mîna qereqol.”