Gerillayên Azadiya Kurdistan bi taktîk û teknîkên nû bi balafiran û droneyan artêşa Tirk dixe. Di hefteya dawî de gerillayan li 3 bajarên cuda li dijî artêşa Tirk ê dagirker ji hewayê çalakî pêk anî.
NAVENDA NÛÇEYAN– Hêzên gerîlla yê HPG û YJA-STAR li dijî artêşa Tirk çalakiyên xwe yên bi taktîk û teknîkê berdewam dike. Di nav gel de jî ev taktîk û teknîkê nû wekî “Hêzên Hewayî yê HPG” tê binavkirin. Lêgerîna afirineriya gerilatiya qirneya nû ku di nirxandinên Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan de dihat ziman nîşaneya van çalakiyên li dijî artêşa Tirk yê bi taktîk û teknîkên hewayî yê ku gerilayên Azadiya Kurdistan’ê di dîrokê de cara yekem bikartîne bû.
Gerillayan çalakiya xwe ya yekem li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê li gundê Bêsosin li dijî girê Silor pêk hatîbû. Daxuyaniya ku Navenda Ragihandina HPG parvekiribû wiha bû:
“Hêzên me, êvara 9’ê Mijdarê û sibeha 10’ê Mijdarê saet 9’an li dijî 6 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û Walîtiya Şirnexê çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li dijî Girê Silor ê navçeya Bêsosinê (Ortaklar Köyü Süngü Tepesi) ya li Şemzînanê, Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê, Qada Navendî ya 23. Fermandariya Tumenê ya Şirnexê, Tabûra Tankê ya Cizîrê, Qada Kombûna Leşkerî ya Hacilar a Silopiyayê û Qereqola Sînor a Şehît Mesût çalakiyên pêk hatin. Saet 09:05’an ji cihekî nêz ve li Walîtiya Şirnexê hate xistin.”
Dagirker li Cîzîr’ê 3 û li Sîlopî bi 2 balafirên bombebarkirî ve hate xistin.
Di şeva sersalê de HPG bi teknîk û taktîkên nû li Silopî û Cîzîr’ê çalakiyên hewayî pêk anî. Daxuyaniya HPG wiha bû:
Saet 00.00’an hêzên me li Cizîr û Silopya ya Şirnexê li dijî baregehên artêşa TC’ê bi taktîk û teknîkên nû yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakî kirine. Bi vê çarçoweyê 2 bombe bi ser Avahiya Emniyetê ya Cizîrê de, 1 bombe bi ser Lojmanên Fermandariya Jandarma ya Cizîrê de û 2 bombe bi ser Tabûra Hacilar a Silopya de, bi tevahî 5 balafirên bi bombe şandine. Hatiye dîtin ku balefiran bi serkeftî li hedefên xwe dane. Di her sê çalakiyan de agahî hatiye standin ku kuştî û birîndarên dijmin hene, lê encamên teqez hê nehatine zelalkirin.
Alaya Rubarokê bi amurên hewayî yê bêmirov ve hate xistin.
Çalakiya sêyem yê bitaktîk û teknîkên nû jî li Şemzînanê pêk hatibû daxuyaniya wî wiha bû:
“1’ê Çileyê saet 8’an, hêzên me bi firokên bê mirov ên bombebarkirî li Alaya Rûbarokê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dan. Firokên bê mirov ên bombebarkirî li hedefan ketin. Li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahî bi dest neketin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li derdora alayê dest bi operasyonê kir.”