Nijadperestên ku ji gefên Erdogan yê wêrektî digirin li dijî HDP’ iyan gefan dixwin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Her çiqas dem bi dem meilên gefan ji HDP’iyan re diçû jî piştê nêzbûna hilbijartinên 31 Adarê gelek caran ji HDP re maîlên gefan diçe. Bi van maîlan dixwazin ku bi zext û şerê psikoljiyê HDP têk bibin.
Maîlên ku bi destnîşana ‘’Tîma Tolhildanê’’ tê avêtin de ev maîlan hene.
‘’Hûn ê bedela van xayintiya xwe giran bidin’’
Em ê carê dawî we hişyar dikin, piştre tiştê ku bibe em ne berpirsiyarbin’’
Em Netewperestên Tirk’in!
‘’Bedela xiyaneta dewletê wê helbet bibe. Em ê hesaba bêşerfên ku li dijî netewperestên Tirk’an xayintî dikin bipirsin.’’
‘’ Ji her tiştê wêdetir em ê hesaba borî bipirsin! Em ê we di wan hendekan de bifetisînin, çenber teng dibe…Nijada Tirk sax be.’’