YPJ bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a 2018 eşkere kir. YPJ got ku; ”Di çalakiyên 2018 de 350 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- YPJ bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a 2018 eşkere kir. YPJ got ku; ”Di çalakiyên 2018 de 350 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.”
Fermandariyê bi bîr xist ku şervanên parastinê yên jin ji destpêka şoreşa Rojava ve di asta pêşengiyê de cihê xwe di nava şer û berxwedanê de girtine û wiha got:
“Me weke Yekîneyên Parastinê yên Jin sala 2018’an bi her awayî erka parastina tevahî jinan û gelê xwe bicih anî.
Hêzên me, di Berxwedana Serdemê de bi vîneke ji polayê, wêrekî û baweriyek mezin bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan. Ev sekna berxwedêr a şervanên me, biryaradariya me ya serkeftinê diyar kir.
Şervanên me her wiha bi awayekî çalak cihê xwe di nava pêngava Bagera Cizîrê û hemû şerê li dijî DAIŞ û hêzên dagirker de girtin.
Fermandariya YPJ’ê têkildarî encama şer û berxwedana sala 2018’an ev agahî parve kirin:
-Li Efrînê di şerê 58 rojan de 900 caran şer qewimî.
-Hezar û 42 êrîşên hewayî ji aliyê hêzên dagirker ve pêk hatin.
-Di şer de 2 hezar û 422 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
-Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de jî 147 çalakî hatin lidarxistin.
-Di van çalakiyan de 350 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
-Şervanên YPJ’ê di Pêngava Bagera Cizîrê, bi roleke pêşeng rabûn.
-Di qonaxên cûda ên pêngavê de 4214 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
-Di pêngavê de bi dehan navçe û bi sedan gund ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.
-Bi deh hezaran sivil ji destê çeteyan hatin xelaskirin.
-Sala 2018’an di şer û berxwedana parastina rûmetê de 149 şervanên YPJ’ê şehîd bûn.
Fermandariya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sala 2018’an ji hemû pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûriyê bi sedan jin beşdarî nava refên wan bûne.