Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ku beriya salekê ‘Pêngava Serî Hilde’ dabû destpêkirin, ji bo bîranîna Şehîd Dilovan Feda pêngava ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike’ da destpê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ku beriya salekê ‘Pêngava Serî Hilde’ dabû destpêkirin, ji bo bîranîna Şehîd Dilovan Feda pêngava ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike’ da destpê kirin.
KCR’ê got bêdengiya her ciwanekî Kurd û ciwanekî şoreşger ji bo dagirkeran dibe hêzek mezin û domand, ”Pêwîst e bê zanîn ku dijmin herî zêde hêza xwe ji bê dengî û bê helwestiya ciwanên Kurdistanê û ciwanên şoreşger digre. ”
Daxuyania KCR’ê wiha ye:
METIRSIYEK MEZIN HEYE
”Wek tê zanîn bi salan e gelê Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê rûberûyê siyasetên qirkirin û tûnekirinê tên. Îro jî bi armanca qirkirina gelê Kurd û tunekirina nasname û îradeya gelê me, dijmin di asta herêmî û navdewletî de, di nav palangerîyan deye. Di aliyekî de bi destê Tirkiyê li ser rêber Apo êşkence tê meşandin û axa Kurdistanê tê dagirkirin di aliyekiye de jî DYE li dijî 3 rêveberê PKK’ê û şoreşgerê Kurdistanê biryara desteserkirin û terorîzekirinê dide. Disan dewleta Tirkiye û Îran hevpeymanên dij gelê Kurd û îradeya gelê Kurd imza dikin ku hêzên tekoşer tûne bikin, bê hêz bihêlin û dagirkeriya xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê kûrtir bikin. Ev yek nîşan dide ku dijminê me hem di asta herêmî de û hem jî di navdewletî de, di nav levhatinan de ye ku komployek navdewletî li dij îradeya gelê Kurd bi meşîne. Diyare ku hinek hizbên Kurd jî dibin hevkarên van komployan. Di serdemek ku li Rojavayê Kurdistanê diskeftiyên gelê kurd çêdibin, li Bakurê Kurdistanê berxwedaniyek bi heybet tê meşandin , li Rojhilatê Kurdistanê li dij êrîşên rejima Îranê di nav tekoşînek bilind û xwe avakirinek mezin de ye, metirsiyek mezin li pêş gelê me û tevgera azadixwaziya gelê Kurdistanê heye.
TENÊ TÊKOŞÎNA CIWANAN DIKARE ÊRÎŞAN PÛÇ BIKE
Li beramberÎ van metirsiyan tenê rêyek li pêşiya ciwanê Kurdistanê û ciwanên şoreşger heye. Ew jî azadiya Rêber Apo û tekoşîna li beramber faşîzmeyê. Di serdemek ku dijmin dixwaze Rêber Apo bê deng bike, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî dagir bike, tenê hêrs û tekoşîna ciwanên Kurdistanê û ciwanên şoreşger dikare van êrîşan pûç bike.
‘ÊRÎŞA LI SER RÊBER APO, ÊRÎŞA LI SER ÎRADEYA HER KURDÎ YE’
Pêwist e ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi zanibin ku êrişa li beramber Rêber Apo êrişa li beramber îradeya her Kurdekî û her mirovakî azadîxwaz e. Êrişa li ser her bostek xaka Kurdistan êrişa li ser hemû xaka Kurdistanê ye. Dijmin nahêle ku bostek xaka Kurdistan azad bimîne, li beramber boste xaka Kurdistan bi hemû hovîtiya xwe êriş dike. Li beramber her Kurdekî azadîxwaz û mirovekî azadîxwaz êrişên qirkirinê tîne. Êrişên ku van demên dawî çêbûn vê yekê pir vekirî nîşan dide. Êrişên li ser Rojava, Şengal û Mexmûr li ser vî esasî çêbûn. Dîsan êrişên ku par li ser kerkukê çêbûn li ser vî esasî bûn. Êrişên ku Îranê vê havînê li ser gerillayê Rojhilatê Kurdistanê û hizbên Rojhılatê Kurdistan çêbûn bi heman hevkariya dijminê gelê Kurd bû. Niha jî li beramber Başûrê Kurdistanê, Şengalê û Rojavayê Kurdistanê êrişên tunekirinê berdewam dibin.
BÊDENGÎ HÊZÊ DIDE DAGIRKERAN
Bêdengiya her ciwanekî Kurd û ciwanekî şoreşger ji bo dagirkeran dibe hêzek mezin. Pêwîst e bê zanîn ku dijmin herî zêde hêza xwe ji bê dengî û bê helwestiya ciwanên Kurdistanê û ciwanên şoreşger digre.
SERRHILDANEKE BIR RIHÊ YEKGIRTÎ HEWCE YE
Berdewam Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û îranê li beramber dagirkeriyê xwedî helwest bûn. Lê belê pêwîste bê zanîn ku di vê serdemêde helwestekî xwurtir û zelaltir pêwîst dike. Tenê em bi hêrsa xwe ya tolhildanê û tekoşîna xwe ya bi berdewam dikarin çokên dijmin bilerzînin û dagirkeriyê bi dawî bikin. Li beramber tifaqa dijminan a ku dixwaze gelê Kurd qir bike, rêber Apo bê deng bike û êşkenceyê li ser dimeşîne, em jî pêwîst e bi rihekî yekgirtî li beramber her cure dagirkerî û faşîmê bi rihê serhildanê tekoşîn bikin.
PÊNGAVA: TECRÎDÊ BIŞKÎNE, FAŞİZMÊ TÊK BIBE Û KURDISTANÊ AZAD BIKE
Tê zanîn ku beriya salekê wek Komalgeha Ciwanên Rojhilat (KCR) me li ser bangawaziya tevgera ciwanên her çar parçeyê Kurdistanê , pêngava ‘SERÎ HILDE’ dabû destpêkirin. Niha jî bangawaziya me ji bo hemû ciwanên welatparêz û şoreşger yên Rojhilatê Kurdistan û ^;ranê bi pêngava ‘SERÎ HILDE’ re, beşdarî li pêngava ‘TECRÎDÊ BIŞKÎNE, FAŞÎZMÊ TÊK BIBE Û KURDISTANÊ AZAD BIKE’ bikin.
Beşdarbûyîna vê pêngavê ya herî bi rumet li beramber faşizmê û dagirkeriyê tevlîbûna nav refên gerîllaye û çalakbûna ciwan û jinên ciwane.
Em vê pêngavê li ser bîranîna Ş. Dilovan Feda didin destpêkirin. Bawer dikin ku her ciwanekî welatparêz û şoreşger wê bi rihê Ş. Dilovan beşdarî vê pêngavê bibe û li beramber dagirkerî û faşizmê bibe xwedî çalakî.”