Tevgera Ciwanên Şoreşger: ”Heya tecrîda giran li ser Rêberê Gelan rabe ew ê çalakiyên xwe bi dewlemendkirinê berdewam bikin.”
ATÎNA- Li paytexta Yewnanîstan Atînayê; di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de, ji bo tecrîta li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya greva birçîbunê a ku girtiyên PKK û PAJK ê li dijî tecrîta li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabûn destpêkirinê meşekî hat lidarxistin.
Meş li qada nav u deng a Syntgmanê destpêkir. Çepgir u sosyalîstên tirkiyê bi tevê dostên Yewnanî jî di meşê de cihê xwe girtin. Sedan kes bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK, HPG û YPG ê meşiyan. Di meşê de diruşmên; ”Bijî Serok Apo”, ”Bijî Berxwedana Zindanan”, ”Bê serok jiyan nabe”, Kurdistan goristan ji bo faşistan”,”kujer Erdoxan u kujer Tirkiye hatin avêtin. Ciwan û gel heta ber konsulxaneya Tirkiyê meşiya. Li ber konsulxaneya tirkiyê ji bo şehîdên şoreşé dekekî rêz hate girtin û çerxa şoreşê hate xwendin.
Li ser navê ciwanan Ciwanekî Yewnanî daxuaniyekî bi zimanê Yewnanî xwend. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku; ”Heya tecrîda giran li ser Rêberê Gelan rabe ew ê çalakiyên xwe bi dewlemendkirinê berdewam bikin. Ji ber ku ev tecrîd di heman demê de tecrîta li ser ciwanan e.”
Ciwan bi diruşman meş qedandin.