Berdevka Xwendekarên Kobanê Delal Mohammed; ”Em bi pênûs dinivisin, lê belê em dikarin pênûsa xwe bikin çek, dema roj were em dikarin pênûsa xwe berdin û çeka xwe bigirin û li dijî dagirkerî şer bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên Zaningeha yê Kobanê piştê civînên xwe yê pêkhatî di xebat û têkoşîna xwe berdewam dikin. Li ser navê Xwendekarên Kobanê Berdevkên Xwendekaran Delal Mohammed û Mahmud Bekir ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvin.
Berdevka xwendekarên Kobanê Delal Mohammed got ku; ‘’Em wek xwendekarên Kobanê dikarin bejin li ser rewsa dawi ku devleta tirk a dagirker ku êrîş dike pêwîste em dengê xwe bilind bikin.Li ser Kobane taybet her tim dibêjin em ê êrîş bikin. Ji bo psikolojiye gele me xirab bikin van gefan dixwin. Wê deme em jî weke xwendekaren Kobanê em dikarin bêjin, yani bi navê hemû xwendekaren Kobanê em ji bo her tistî her tim amade ne. Niha jî amedakariyê me didome.’’
Mohammed wiha berdewam kir; ‘’Lê mixabin ew her tim li Kobanê û Rojava gefan dixwin, lê tu caran wê encam negirtin û negirin jî. Dewleta Tirk dibêje ku em ê êrîşê Rojava bikin. Ew her tim vê ya dixwazin, le belê nikarin tu cari Kurd tune bikin.
Berdevka Xwendekarên Kobanê Delal Mohammed wiha dawî da axaftinê xwe; ‘’Em wek xwendekar û ciwan em her tim amade ne. Em xwe amade dikin ji bo her tişt. Dema dawi civînan de jî ev biryarbûn derket holê. Taybet di xwendekarên Kobanê li dijî gefan pir bi hêrsin. Ji ber vê jî her tim dixwazin perwerdeya xwe parastinê bibinin. Ev her tim tê ziman. Em dikarin herî dawi bibêjin. Rast e, em bi pênûs dinivisin, lê belê em dikarin pênûsa xwe bikin çek, dema roj were em dikarin pênûsa xwe berdin û çeka xwe bigirin û li dijî dagirkerî şer bikin. Em ê bêjin Kurd hene û Kurd tu carî tune nabe.
Berdevkê Zaningeha Kobanê Mahmud Bekir jî got; ”Me îro pêvajoya siyasî nirxand. Em serxwext in ku, şoreş tenê bi vejena ciwanan ve pêkan e. Ji ber wê jî peywir û berpersiyariyên ku dikevin ser milên me em dizanin. Ciwanên Kobanê, di ev pêvajoya dîrokî de dîsa çi berpirsiyarî bikevin ser milên wan amade ne ku bi rûmetî bînin cih.”