Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbunê ya Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, sibe li Şengalê çalakiya greva birçîbunê destpê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN– Çalakiya greva birçîbûnê sibe li Bajarokê Xanesorê yê Şengalê, ji aliyê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve destpê dike. Çalakî ji bo piştgiriya parlamentera HDP’ê Leyla Guven û rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê destpê kirin.
Çalakiya greva birçîbunê wê 7 rojan berdewam bike û piştî wê jî wê çalakiyên ji bo rakirina tecrîda ser Ocalan berdewam bikin.