Di Îlona 2017’an de li Mêrsînê polîsê ku xwendevanê zanîngehê Feray Şahîn kuşt , Daîreya Cezayê serbest berdana wî pejirand. Polîsê kujtar hat serbest berdan
MÊRSIN- Fatîh Burak Aykul(26) li Mêrsîn ê polîse. Bi îddîaya kuştina xwendevanê zanîngehê ya pola dawî Feray Şahîn, dihat darizandin. Di dozê de 5.emîn Dahgeha Cezayê a Giran ya Mêrsîn ê 5 sal û 3 meh ceza birî.
Bûyer 19 Îlon 2017 de navceya Mêrsîn Mezîtlî pêk hat. Xwendevanê Zanîngeha Toros Feray Şahîn, li mala xwe bi damançeya polîs Fatîh Burak Aykul derbekê ve jiyana xwe ji dest da.
Aykul li 5.emîn Dahgeha Cezayê a Giran ya Mêrsîn ê, bi bendî dihat darizandin. Ji bo Aykul ser gunehê ‘bimebest mêr kuştin ‘ heta temenê dawî ceza hat xwestin lê dadgeh 9 ê Îlonê de biryara xwe rave kir, gumanbarê 27 salî ji ber gunehê ‘ bibîr taksîr.. mêr kuştin’ 5 sal û 3 meh ceza birî. Dadgeh, di pêvajoya darizandinê de got “ ne bi qesdî ye” û qedexe anî çûyîna derveyî welat û Aykul tahliye kirin.