HPG; ”Ji ber bomberdûmanê zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser bomberdûmana 2 û 5’ê Çileyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “5’ê Çileyê, saet di navbera 17:00-18:30’î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker derdora ava Zê ya herêma Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û derdora gundê Sergele yê navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kirin.
Balafirên şer roja 2’ê Çileyê saet di navbera 12:00-12:30’î de bombe li girê Golka yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Ji ber bomberdûmanê zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat.”