Li dijî ferzkirina sixurtî û gefên dewleta Tirk li dijî Endamên Meclîsên Ciwanên HDP ê Stenbol’ê, ciwanan bi daxuyaniyekî diyarkirin ku tiştên neyînî ku were li ser endamên wan berpirsiyarî wî dewlet e.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî ferzkirina sixurtî û gefên dewleta Tirk li dijî Endamên Meclîsên Ciwanên HDP ê Stenbol’ê, ciwanan bi daxuyaniyekî diyarkirin ku tiştên neyînî ku were li ser endamên wan berpirsiyarî wî dewlet e.
Endama Meclîsa Ciwanên HDP ê Stenbol’ê Bahar Uluk piştê ku hate binçavkirin li Qerekola Atakent’ê jê re sixûrtî ferzkirin û gef lê xwar in. Ji bo vê Ciwanên HDP ê Stenbol’ê di avahiya HDP ê bajarê Stenbolê de daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê Ciwanan Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mustafa Ekmekçî di daxuyani de got; ‘’Di sê meha dawî de di serî de Amed hin bajaran gelek hevalên wan ji hêla polîsan ve hatine revandin û hatine tehdîtkirin;” Herî dawî di 2’ê Çileyê de hevala me endama Meclîsa Ciwanên Umraniyê Bahar Ulukê, bêyî hincet birin qereqolê. Pêşniyariya sixûriyê lê kirine lê belê ji ber ku hevala me nepêjirand bi rêbazên JÎTEMê re rû bi rû ma. Dîsa hevalek me yê nexweş jî ji hêla polîsan ve hate tehdîtkirin. Bi vê gotina polêsan ya ‘Em nexweşiya te jî, bijîşka te jî dizanin; hay ji xwe hebe derziyek şaş lênexin’, hevalê me hat tehdîtkirin”.
“ Ji hemû rayedaran re dibêjin ku, çi bela were ser hevalên me berpirsiyariya wê dewlet e. Bi van rêbazan em paşde gav neavêjin. Em wek ciwanan, hêviya azadiya gelên bindest in û em ê bibin hêviya wan jî”.