Komeleya Hunerî ya Mamerut şeva borî li bajaroka Qesrê ya Çomanê ku dikeve ser parêzgeha Hewlêrê çend çalakiyên hunerî şano, gotina stranan û nîşandana belgefilman lidarxist.
NAVENDA NÛÇEYAN- Komeleya Hunerî ya Mamerut şeva borî li bajaroka Qesrê ya Çomanê ku dikeve ser parêzgeha Hewlêrê çend çalakiyên hunerî şano, gotina stranan û nîşandana belgefilman lidarxist.
Hunermendên Çomanê bi rêya şanoyê rexne li sîstema hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê kirin. Di şanoyê de îşaret bi ne dadperweriya li Herêma Kurdistanê, bêxemiya hikûmetê ya di mijara xizmetgûzariyê û ne girîngî dayînan hunerê hate kirin.
Ciwanên Qesrê bi gotina stranên gelêrî girseyê coşand.
Wêneyên herêmê ku weke dokumenterek hatibûn berhevkirin jî hatin nîşandan û her wiha filmên komêdî jî hatin pêşandan.
Komeleya Hunerî ya Mamerûte ji komeke ciwanên Qesrê pêktê. Di 21’ê Kanuna 2011’an de hatiye damezirandin.