Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, ji bo ku salvegera yekemîn ya girtina Sekreterya Giştî ya Komelên Ciwanên Şoreşgeran Berkay Ustabaş e ku bi hinceta tevlê bîranîna Berkîn Elvan bûye hatibû girtin daxuyaniyek dan.
STENBOL- Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, ji bo ku salvegera yekemîn ya girtina Sekreterya Giştî ya Komelên Ciwanên Şoreşgeran Berkay Ustabaş e, bi dirûşmeya “ Ji Berkay Ustabaş re Azadî” li ber kampusa Beyazida Zanîngeha Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de panqarta “ Hevalê me Berkay Ustabaş saleke girtiye” hate daliqandin û dirûşmeyên “ Ji Berkay Ustabaş re Azadî Ji Zanîngehê re Azadî” û “Berkay Ustabaş ne bi tenê ye” hate avêtin.
“EM JI KUJERÊN BERKÎN HESAB BIPIRSIN”
Di çalakiyê de Ekinsu Gundogan ser navê xwendekarên zanîngehê axivî û got: ”Tevlîbûna meyîta Berkîn Elvan ne suc e.” Û berdewam kir: ”Xwestina zanîngehên azad û alîgirbûyîna zanîstiyê çawa dibe suc? Heke xwestina başî û xweşî suc be em bi hezaran kes in. Hûn bi me nikarin û bi girtinê jî me nikarin melisînin. Ê cîhanê ku em xeyal dikin jî em ê ava bikin. Ji kujerên Berkînê em ê hesab jî bipirsin. Ji ber wê ji bo hemû xwendekarên girtî di 15’ê Çileya 2019’an de em ê li ber Dadwerxaneya Çaglayanê bibin; ji bo mafên xwe yên azadiyê û perwerdehiyê em ê berxwe bidin û jêvenagerin jî. Ji Berkay Ustabaş û hemû xwendekarên girtî re azadî!”.