Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Bakurê Kurdistan’ê (DGH)’ê bîlançoya meha Cotmeh, Mijdar û Kanunê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Bakurê Kurdistan’ê (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger di derheqa çalakiyên xwe yê di çarçoweya Serî Hilde de bîlançoya çalakiyên 3 mehên dawiyê eşkere kir. DGH Di daxuyaniya xwe de got ku di sê mehên dawî de li dijî hêzên dagirker bi giştî zêdetirî 123 çalakî hatine li dar xistin.
Koordinasyona DGH’ê; ”Em weke Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger di serî de li dijî êrîşê ku li dijî Rêberê me, gelê me û tevgerê me tê meşandin, çalakiyên di çarçoweya pêngava Serî Hilde de ku me daye destpêkirin bi giştî di meha Cotmeh, Mijdar û Kanunê de li Kurdistan û Tirkiye’yê ji zêdetirî 123çalaki hatiye li dar xistin. Di çalakiyên ku pêk hatine de gelek wesayî, kargeh, febrîqe hatiye şewitandin. Her wiha ji kesên hevkartiya neyar dikin re jî zirarên giran hatiye dayîn.
Sala 2019 wê bibe sala Azadiyê
Têkoşîna me ê ku bi Mazluman, Xeyriyan û Kemalan ve dest pê kir, îro jî bi Baran Mawa û Mahîr Botanan berdewam e, ket saleke nû. Di 2018’an de AKPê faşîst û çeteyên wî ji bo ku têkçûyîna xwe veşêre, mekanîzmaya zilm û zordariyê xiste dewrê. Îsal jî wendahiyên mezin dan û nedan çapemeniyê jî. Ji hêla yekîneyên me ve gelek çalakî pêk hatin lê hatin veşartin. Bi nûçeyên derew hatin veşartin. Bila TC û hêzên emperyalîst vê baş bizanibin ku Rêber APO sedema me ya jiyanê ye û xeta me ya sor e. Heya ku polîtîqayên zilm û zordariyê ya TCê li ser Rêberê me û gelê me berdewam bike çalakiyên me jî wê bêhtirîn bibe. Di vê pêvajoyê de, di sala 2019’an de bi vîn û wêrekiyê ve êrîşên tunekirinê û înkarê wê were vala derxistin. Bi vê sedemê di serî de hevalên ku ked dane pêngava Serî Hildeyê û hemû hevalan silav dikin û em bi hêvî ne ku ev pêngav azadiyê bîne.”
Di vê bingehê de bilançoya çalakiyên sê mehan wiha ye:
DGH EYLEMLERİ: 123
Hejmara birîndarên neyar (bekçî, polês hwd) | 13 |
Çalakiya şewitandina wesayîtan | 70 |
Çalakiya şewitandina febriqeyan | 20 |
Çalakiya şewitandina kargehan | 17 |
Çalakiyên bi bombeye dengan | 13 |
Çalakiya şewitandina bombeyan | 6 |
Çalakiyên fîşenga hewayi | 4 |
Wesayîtên neyar ê derbxwarî | 2 |
Nokerên ku hatine cezakirin | 2 |
Şewitandina Kargeha Tekstîlê | 2 |
Li dijî faşîstan çalakî
|
Li dijî qonvoya deh wesayîtê çalaki hat li darxistin |
Çalakiyên li dijî cihên fihûş û tîryakê | 2 |
Çalakiya nivîs, panqart û belavokê | 16 |