Girtiyên ji doza PJAK û KODAR’ê yên di girtîgehên rejîma Îranê de ne sibe li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Girtiyên ji doza PJAK û KODAR’ê yên di girtîgehên rejîma Îranê de ne sibe li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PJAK û KODAR’ê yên li girtigehên bajarên Rojhilatê Kurdistan û rejîma Îranê ji bo piştgirîkirina çalakiyên greva birçîbûnên yên ji bo şikandina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyal Guven hatiye destpêkirin û belav dibin, sibe ji bo rojekê dikevin çalakiya grevê.