Li hemberî gefên TCê ya dagirkirina Rojava û Bakurê Surî çalakiya konê a ku li sînora Kobanê hatibû destpêkirin berdewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li hemberî gefên TCê ya dagirkirina Rojava û Bakurê Surî çalakiya konê a ku li sînora Kobanê hatibû destpêkirin berdewam dikin.
Îro ciwanên Kobanê çalakî dewr girtin. Wezîrê Ciwanan Hozan di derbarê çalakiyê de wisa axivî;
“ Şoreşa Rojava têkeve sala heştemîn. Bi vî awayî gelek bajarên Rojava û Bakurê Surî hatin azadkirin. Gelek dewletên dagirker dixwestin ji vê re astengî derxînin. Di serî de Dewleta TC, gelek dewletên emperyalîst dixwazin li ser Rojava û Bakurê Surî serdestiya xwe çêkin. Em wek ciwanan dibêjin li hemberî van lîstikên qirêj her û her di nava çalakiyan de bibin û ez bang li hemû ciwanên Rojava û Bakurê Surî dikim; roj roja li hemberî gefên dagirkirinê rabûna ser piyan e.”
Komeleya Malbatên Şehîdan jî tevlî çalakiyê dibin. Ser navê Komelê jî Fatma Kobanî, bal kişand berxwedanê û got;
”Bila hemû dewletên cîhanê bizanibin ku em ê axa xwe bernadin. Li ser van axan me bi dehan şehîd dane. Ji bo bîranîna van şehîdan em ê berxwe bidin. Îro Leyla Guven û rêhevalên wê li zindanên Tirkiyeyê ketine greva birçîbûyînê û ber xwe didin. Em jî li vir, li Kobaniyê.”