Kovara yekem ê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi navê ‘’Ciwanên Şoreşger’’ derket. Kovara ku hjmara xwe yekem derxist di çarçoweya pêngava Serî Hilde de bi şiyara ‘’Bi têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan faşizme’’ biruxînin derket.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ê ku berê demekî di dîroka 25 Mijdara 2018’an avabûna xwe îlan kir xebatên xwe berdewam dikin. Wekî di kongreya xwe ya dawî de jî diyar kiribûn ku ew him li Rojavayê Kurdistanê him jî di Rojhilata Sûriye de xebatên xwe bimeşînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriye di çarçoweya xebatên xwe de Kovara yekem ê bi navê Ciwanên Şoreşger bi şiyara ‘’Bi Têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan Faşîzmê Birûxînin’’ li darxistin. Kovara Ciwanên Şoreşger bi naverokên xwe yên dewlemend bi Zimanê Kurdî û Erebî xwe digihêjîne xwendevanên xwe.
Di hejmara yekem de Edîtorya ya Kovarê wiha behsa naveroka Kovara Ciwanên Şoreşger dike; ‘’Naveroka hejmara yekemîn ku aniha di deste we de ye bi giştî baldikşîne li ser wate û girîngiya Serhildanên di dîroka Tevgera Azadiyê, nirxandinên Rêber Apo û nivîsên li ser şexsên Şehîdên me yên pêşeng ku bi sekin û jiyana xwe her tim rolên pêşengtiye di serhildanên gelên Rojhilata Navîn de lîstîn. Wek edîtorên em bihêvî ne ku hun bi meraq û kêfxweşî naveroka vê kovarê bişopînin.’’
Xwendevan ku bixwazin xwe bighêjînin kovarê, dikarin bi navnîşana [email protected] xwe bigihêjînin kovarê.