Di bin rêveberiya Tayyîp de vegotina li Tirkiyeyê çi tê jiyîn û di derbarê tevgerên civakî de pêş xistina analîzên sosyolojîk jî zortir dibe.
Di vî warî de fêhmkirina civak, fêhmkirina dewlet ê ku li ser civakî polîtîqayên mêtingeriyê dimeşîne; ji dahûrandinên sosyolojîk zêdetir, dahûrandinên derûnî hewce dike. Ji ber ku kesayeta Tayyîp neyê fêhmkirin, dewlet û her wiha civakê ku ji hêla dewletê ve tê rêvebirîn jî nayê fêhmkirin.
Di kesayeta Tayyîp de ê ku herî ber bi çav e, kesayeta wî ya narsîst e. Ji kesên xweparêz û ê ku evîndarê xwe ye re narsîst tê gotin; ev kesayetî, her û her dixwaze serbikeve û xwedî li her tiştan derdikeve û wek lehengek nîşan dide. Di ser huner, wesf û jiyana xwe de xwediyê ramanên bêvac e.
Heke ev kesayetiya narsîst Tayyîp bibe û di desthilatdariyê de bibe; xwe weke xwedayê cîhanê bibîne, di derheqê her tişt de xwediyê mafê axaftinê û bîryargirtinê tenê xwe dibîne û di mijarên girîng de, weke şer, bêyî ku li ser mijarê bifikire dikare bîryar bigre û bandor li jiyana mîlyon mirovan jî bike. Hin kes jê re “ jehirîna desthilatdariyê” dibêjin.
Di dîrokê de gelek kesayetên wiha hene. Împaratorên Romayê, melîkên Osmaniyê, fîrewnên Misirê û Nemrûdên ku xwe wek xwedê îlan kirine; hemûya jî ji ber pirsgirêkên kesayetî rêveberiyên zordest û zalim ava kirine. Bi pêkhatinên zordestî û zextî ve dixwazin xwe wek nemir û têkneçûyî nîşan bidin û gel stûxwar bikin, lê belê ji ber ku rasteqîniya xwe herî baş ew dizanin jiyana wan di nava tirsê de derbas dibe. Ji ber ku jiyana wan di nava tirsa mirin, kuştin an jî hêzwendakirin de derbas dibe, herkesî wek dijmin dibînin; lewma jî birayên wan jî tê de li derdora wan kî hebin tasfîye dikin.
Ji ber qompleksa mezinahiyê di qesrên mezin de dîlê tirsên xwe dibin û her ku diçe têne dimînin. Tenê xwe rast dibînin û ti kesî re jî nirx nadin; bi vî awayî jî li derdora wî çi diqewime tênagehêjin jî. Piştî her sucên Tayyîp ê ku derdikevin holê, Tayyîp dibêje “ wan ez xapandim “. Ev, ne tenê manewrayek polîtîk e; Tayyîp bi vê gotinê kesayetiya xwe yê narsîst jî dide der.
Di rewşên heyî de, rewşa Tayyîp ne tenê bûyerek polîtîk e; jê bêhtir nexweşiyek psîkolojîk e û xerabûna kesayetî ye. Ji ber wê jî dahûrandinên psîkolojîk divê. Pêwîst e ku kesayetiya Tayyîp Erdogan li ser vê rasteqîniyê were dahûrandin. Bi vê mabestê;
Pêşî ev kes her tim derewan û manîpulasyonê dike. Giranî nade mafê tu kesî ji xeynî berjewendiyên xwe û berjewendiya tu kesî raçav nake. Her û her dadiyê xera dike, gunehan dike, êrîşî gelan û komên civakî dike. Her dem li qadên mîtîngan bi dengekî bilind û bi kêf qala ku çend mirov kuştine dike. Ji xeynî xwe tu kesî girîng nabîne, xwe nake cîhê tu kesî, heta xwestina wê jî diyax nake, mirovan dixapîne, hemû karên xwe de serî li xapandinê, dek û dolabê dide. Giyana wî her û her bihêrs û êrîşkar e. Di cîh de bi hêrs dibe an jî bi hes dibe û hêstiran dibarîne. Bipergal diziyê dike, fesadiya dixe nav mezatê, ji bo xwe û malbata xwe bertîlê digre, dest davêje mafê dadîya xelkê( xwedanî, fizîkî, zayendî, hêstî..). Nijdevaniyê, zilmê ji bo hêza karîna xwe bingehek girîng dibîne. Di her tiştî de xwe pêşeng digre. Fikr, raman,tevger û hêstên xwe mêzîn dibîne. Rexnekirin, nepejirandin, lêvegerandinên herî bicûk ,wek gefên li hemberî xwe dibîne û bertekên bêrêje dide.
Li vir ser şexsiyeta Tayyip me pêdandinên bicûk diyar kir, ji bo her yek pêdandinê dehan zêdetir mînak dikare were dayîn.Derûnnas an jî psîkiyatrîst li vê tabloyê sinêde çav lê bigerîne wê nexweşiyên giyanî yên cidî bihêsan bipêdîne. Li Tayyip ji psîkopatî, sosyopatî , psikopozên giran heta sadîstiyê gelek nexwesiyên giyanî dijî. Ji bo ku civakê hewcedarê xwe bike, perçe dike, parî bereyan dike, birçîbûn , bêkarbûn, girtin, binê zordariya civakê de mayîn heta wek kuştin gefan dike dixwaze bitirsîne. Ji ber vê yekê hemberî tiştên çê dibe bertekên bi hêz dernakeve holê.
Hemû kes ji hundur de li hemberî kargeriya faşîst a Tayyip û nerîtên wî bi hêrse lê nikarin ev birêxistin danîn holê.
Hemû kes dibîne lê wek nedîtî derbas dike, tazîbûna şah, çîroka zarokê ku diqîre û dibêje ” Şah Taziye” hemû kes dizane.Di ciwakê de dînbûna Tayyip ê ku xwe li serême şah dibîne gelek mirov jî dibîne. Yek pêdiviyame zarok an jî mezinên dil zarok biqîrin û bêjin ev kesê ku xwe şah dihesibîne nexweşek giyan e. An na wê welat zêdetir berbî bêtariyê kaş be, heke dereng bimînin kevirê ku dînekî avêtiye bîrê çel hişdar bixwaze jî nikare derxe.
Ji Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê hatiye vergerandin.