BÊRÎVAN ŞENGAL
Ronahiya ciwanên di nava pençên sîstema kapîtalîzmê de û pêşenga ciwanên Apoyî… Tu dizanî hin dem hene ku mirov qet nikarê ji bîr bike. Ev dem jî herî baş te fêm dikir Ronahî. Ji ber ku demên wisa te gelek jiyan kir û bi hevalên derdora xwe ra jî ew dem dida hiskirin. Demên çûna lehengên bê wext. Niha heman dem ji bo rêhevalên te jî derbas dibin, ew demên bi tera derbasbuyî û çûna teya bê wext…
Min hîna jî xwe ji bo Çûna te îkna nekiriye û ez ticaran îkna nebim bi çûyîna te.. Belkî jî ev hêstên xwe xapandine, lê bila be, ezê her bi xeyalê ku wê rojekê Ronahiya rû biken çentê wê li piştê û bê bijim..
Ronahî wek navê xwe Ronahî bû. Di nav pergalek ewqas qirêj û bi xefik de ewqas pak û sade mayîn nabe nasîbê her kesî. Dema taybetmendiyê şoreşgertiya Apoyî jî lê zêde kir û xwe bi wê felsefeyê re kir yek, wê demê ew bû Ronahî.
Ji bo ku tû hesret, evîn û xeyalên xwe pêk bînî te dest bi vê meşa xwe ya bi wate kir. Hezkirin û girêdayin na wê ya ji welat, gel û têkoşîna azadiyê di asta herî jor de bû, Ronahî bi ked û fedekarî, coş û moralê xwe, dewlemendiya îradeya kesayeta xwe radixist berçavan. Ew girêdana te ya bi Rêbertî û şehîdan re, dihişt ku ti bi moral û eşqek mezin ji bo kurdistanek azad xizmet bikî…
Tiştê ku herî zêde Ronahî dixist tengasiyê, rewşa Rêber Apo bû, rewşa Rêber Apo êşek bêsînor dida wê. Û ev yek tim di anî ser ziman “heta rêber Apo azad nebe jiyan ji min re herame”. Ew Şoreşgerek bû ku di xwest Rêbertî û welatê xwe ji dewleta rom rizgar bike. Rewiya ber bi heqîqetê ve bû Ronahî, bêy ku westandin hîs bike di xwest li ser şopa şehîdên azadiyê bi meşe û bibe milîtanek rast ya Rêber APO.
Ronahî li gelek qadên Ewrûpa ji bo jiyana rast bi ciwanên ku ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve ji cewherê wan hatine derxistin û kirine koleyê pergala xwe bide naskirin bi biyardarî kar û xebat dimeşand. Ew bi xwe jî yek ji wan ciwanan bû ku li Ewrûpayê mezin bûbû û cewherê xwe li hember pergalê parastibû û wê ew jiyana renga reng ku di cewherê xwe de weke dojehe û ciwanan ji hemû nirxên mirovî û civakî dike, red kir û bû şopdara heqîqetê.
Ronahî ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû ciwanan nikaribû jiyana sexte ku li ser wan tê ferzkirin qebûl bike û çavê xwe lê bigire. Ji ber wê di her kêliya jiyana xwe de di xwest, jiyana azad û jiyana rast bi ciwanan bide naskirin û bide qebulkirin ku jiyana di nav pençên kapîtalîzmê ne ti jiyane, mirine.
Ronahî di wê zanebunê de bû ku sedema Kurdistan mêtîngeh e ev pergala Kapîtalist e û ji ber wê hemû hêrs û kîna xwe li hember dijminê gelê Kurd li hember vê sîstemê nişan dida…Ji ber wê her li hember vê sîstemê di nava şerekî mezin de bû Ronahiya Ciwanan…
Yek ji xeyalên herî mezin ên Ronahî rojekê çûna Amedê bû. Bi xwe qet Amed nedibû lê di axaftin û hal hereketin wê de wekî li Xançepeka Amedê mezin bûbû xuya dikir. Belkî jî hezkirina xwe ya bi welat re di xwest bi wan hal hereketan bîne ziman. Lê Çûna Ronahi ya ji bo warê bav û kalan ji ber dakirkeran zehmet bû. Wê edî nedixwest li Ewrûpayê bimîne û di sala 2008 çû çiyayên azad..Ronahiya ciwanên Ewrûpayê li Çiyayên azad Navê Ozgur li xwe kir, ji ber ku li ser xaka Kurdistanê wê xwe azad û Ozgur didît..
Ozgura Çiyayên azad bi qasî 2 salan li çiya ku ji bo her Kurd’ekî weke stargeh û cihê lehengiyê tê zanîn ma. Hesretên xwe yên salan li vir pêk anî û ew bû gerîla, bû leşkerek Rêber APO, ev yek ji bo Ronahî cihê şahnaziyê bû. Piştî dû salan ji bo xebatên ciwanan bimeşîne û erka xwe ya pêşengiyê pêk bîne carek din hat qada Ewrûpayê.
Ji bo Ronahî her çiqas erkek Şoreşgerî bû û dibûya ev erka xwe pêk bîne jî terikandina cih û warên ku bibû hêlîna xweşiyan, cihên pekrewanan, cihê lehenga ji bo wê pir zehmet bû.
Lê ji bo wê ya girîng mezinkirina rêxistinê û bi awayekî serkeftî pêk anîna erkê bû. Ronahî bi hatina Ewrûpayê re ew germahiya ji çiyayên Kurdistan’ê û rêhevalên xwe li gel xwe anî bû. Bi vê germahî û biryardariyê li gelek qadên cûda yên Ewrûpayê xebat da meşandin. Lê Ronahî ne tenê li qada xebata xwe her wiha li her devera ku rêhevalên wê hebûn li wir bû û çavkaniya moral û hêzê bû ji bo hemû hevalên xwe… Tevî temenê xwe yê ciwan jî aliyê wê yê civakî gelekî xurt bu ku ev yek wek çanda Kurdîtiyê tê zanîn, bi mezinan re mezin bû zarokan re zarok bû, yanî ew Şoreşger û mîlîtanek rast ya Rêber APO bû.
Lê xema neke, bila dilê te fireh be û çavê te li pişt nemîne Rêhevala min edî azadiya Rêber Apo û Kurdistanek azad ji her demê nêziktir buye. Di serî de ciwanên Ewrûpa divê hemû ciwanên Kurd li dora keda Ronahiyan û bi hezaran lehengên weke wê xwedî derkevin. Û xeyalên wan bi azadiyê tacîdar bikin.Pêkanîna vê erkê di serî de rêhevalên Ronahî deynê sutiyê hemû ciwanên kurde…
Di Şexsê Rêheval Ronahî de em pêşeng û sembola berxwedana jinên kurd Sara û Rêheval Rojbîn bi minetdarî bi bîr tînin û soza şopandina riya wan dubare dikin…