Di çarçoveya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li 3 girtigehên din 18 girtiyên azadiyê ji 5 ê Çile’yê ve dest bi greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Çalakiya greva birçîbûnê ya ku beriya du mehan bi pêşengiya parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin, her ku diçe belavtir dibe. Li gelek girtîgehan girtiyên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dibin.
Di vê çarçoveyê de li 3 girtigehên din 18 girtiyên azadiyê ji 5 ê Çile’yê ve dest bi greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger kirin.
Tîpa L a Kalkandere
Girtiyên Tîpa L a Kalkandere’yê ketine grevê bi rêya telefonê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn û ragihandin ku di 5’ê çileyê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Malbatan ragihand ku zarokên wan diyar kirine ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e û heta daxwaza wan bi cih bê dê çalakiya xwe bidomînin.
Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan hatin wergirtin, girtiyên ketine grevê navê wan wiha ne; Mûrat Şîmşek, Erdem Aktû, Ozgur Eksîk, Şiyar Kara, Mûstafa Turkan, Veysel Guler, Orhan Şakar û Huseyîn Yildiz.
Tîpa F a Kurkçûler
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê 3 girtiyan greva birçîbûnê ya 5’ê Çile veguherandin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Girtiyan bi rêya malbatan greva birçîbûnê ragihandin. Girtiyan wiha got; “Hevalên me Înan Akin, Harûn Kaya û Yûsûf Bûdak 5’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.”
Tîpa T ya Tarsûs’ê
Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê piştî 5’ê Çileyê girtiyên bi navê Erdal Emeç, Fatîh Bîngol, Denîz Ozdemîr, Fesîh Tekîn, Mûrat Karaaslan, Halîs Yîgît û Serhat Yildirim piştî 5’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kirin heta ku daxwazên Leyla Guven neyê bicihanîn ew ê dev ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bernedin.