Mînaka herî baş a nirxandina ‘dewleta faşîzm ji zarokên herî masum jî kûjerên destbixwûn diafirîne’ endamê MÎT’ê Bayram Denîzhan e. Kesayeta Denîzhan li Amedê ji kişandina tiryakê, bi demê re firotina tiryak û madeyên din heta derbasî ‘tetikêş’iya ên ku ajan-qontra ya çav-guhên îstîxbarata-polîsan dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN– Em wek Lêkolîn.org ku xwe gihand hin îfadeyên lêpirsîna endamên MÎT ku ji aliyê “Operasyona Şoreşger Şehîd Sakîne” ya HPG’ê hatibûn girtin de, MÎT û yekîneyên îstîxbaratê ya polîsan ku di bajarên Kurdistanê li ser gel ji bikaranîn-firotina tiryakê bigire, kesayetên sîxûrtî, ajan-kontra û tetikêşan çewa afirandiye derdixe holê. Yek ji van Bayram Denîzhan ê ku di 14.02.1084’an de li navçeya Amed Exilê ji dayik bûye ye.
Wek Lêkolîn.org mînaka herî baş a nirxandina “dewleta faşîzm ji zarokên herî masum jî kûjerên destbixwûn diafirîne” endamê MÎT’ê Bayram Denîzhan ku kesayeta ji kişandina tiryakê, bi demê re firotina tiryak û madeyên din heta derbasî ‘tetikêş’iya ên ku ajan-qontra ya çav-guhên îstîxbarata-polîsan dibe, deşifre dike.
Bilindbûna qirêjiya Bayram Denîzhan dişibe ya Yeşîl
Tê gotin ku faşîzm ji zarokên herî bêguneh jî qatilên dest bixwîn diafirîne. Kesên ji aliyê civakê ve hatiye dûrxistin, yên bi kêrî tu karî nayê, di wateya civaknasiyê de tîpên lumpen, wan wekî di tornayê de derbas bike perwerde dike û vediguhezîne kerî yên qatil. Ji bo vê jî perçiqandina civakiyê bi kar tîne. Soza ku aramî, dewlemendî ‘bihûşta’ kesên din nikarin bijîn didin wan û kesayetek ku nafikire-lêpirsîn nake û ji nirxên exlaqî dûr diafirîne. Bi afirandina kesayetên wisa re artêşeke ji qatilan, wan dizivrîne makîneyek wêrankirinê. Li kuderê cîhanê dibe bila bibe şerên li dijî civakan tên meşandin de bi demê re çewa têkiliyên civakan xira dike, wisa xwezayê wêran dike, hawirdor û hin mirovan jî qirêj dike. Şerê li dijî gelên Kurdistanê tê meşandin de jî encamên wiha derdikevin holê. Îtîrafkar, nêçîrvanên kele, sîxûrvan û hwd ku mînakên bê nirx hiştin û qirêjiyê ne teyisandina vê rewşî ne. Mahmût Yildirim ê bi navê kod Yeşîl mînaka vê ya herî vekirî ye. Yeşîl ku bi eslê xwe ji navçeya Solhan a Çewligê ye di sala 1973’an de li Çewlik û derdora wê, piştre jî li Midûriye Herêma Tatwan a MÎT’ê bi hejmara 1373/28 weke xebatkarê agahiyan a MÎT’ê xebitî. Bi muxbîrtiya xwe ku ji bo dewletê xebatên baş meşand di sala 1977’an de ji aliyê MÎT’ê ve weke xebatkarekî Tesîsên Ferrekrom a Elezîzê hat nîşandan û meaş jê re hat girêdan. Piştî ku diçe leşkeriyê îstîxbarata Cendermeyan nas dike. Di sala 1989’an de ku hem bi MÎT’ê re hem jî leşkeran re wek xebatkarê agahiyan dixebitî deşifre bû têkiliya wî ji MÎT’ê hat qûtkirin û ji wê demî şûnde êdî weke endamê îstîxbarata Cendermeyan (JÎTEM) re xebat domand.
Her çiqas dem derbas bibe aqtor hatibin guherandin jî pêkanînên dewleta tirk a derbarê vê qadî de nayê guherandin. Tetikkêşek, îhbarvanek tê bikaranîn, dema mîlada wê tije dibe wê davêjin aliyekî û bê ku dem derbas bibe di cihê wê de yekî din digirin. Vaye Bayram Denîzhan jî berhemekî vê diyalektîkê ye. Bayram Denîzhan wek zarokê Hîkmet û Meviye di 14.02.1984’an de li navçeya Exil a Amedê tê dinê. Bi reqama 27949532584 a nasnameya TC de qeydkirî ye. Di malbateke pir bipirsgirêk de mezin bû.
Ji ber pir kesan xapandiye her tim navnîşan guherandiye
Di îfadeyên lêpirsîna endamên MÎT’ê de derbarê Bayram Denîzhan de ev agahiyên balkêş derbas dibe: “Piştî serdema zarokatiyek a pir xizaniyê de derbas bûyî de, bavê wî Hîkmet Denîzhan ku tecawuzê zarokeke 12 salî kir, piştî hat binçavkirin û girtin, ev bûyer jî li ser zêde bû. Li ser xizaniyê ku wek kurê sapiq Hiko jî zêde bû êdî li derdorê nikare bigere. Demek dirêj li semta Fîskaya ya Amedê ku cihê xizaniyan e di xaniyek biçûk de dimîne. Piştî dest bi îxbarvaniyê kir, bi tîmên înfazê re hat danasîn û bi tevlî karên nemeşrû bû re semt û statuyê guherand. Ji semta Fîskaya ku kesên xizan û nikarin debara xwe bikin, derbasî semta ku hineke din statuya wê bilind e Kayapinar li taxa Medya, Cadeya Yilmaz Guney, derî no: 17, daîre no:20 bû. Lê ji ber di heman demî de ya gelek mirovan xapandiye û tevlî karên qirêj bûye her tim navnîşan guherandiye. Bayram Denîzhan zewicî û bavê 3 zarokan e. Hevjîna wî ya ku keçmama wî ye di nasnameyê de navê wê Asli ye. Lê li hawirdorê wek Bêrîvan tê naskirin. Her çiqas têkiliya Bayram bi ferdên malbatên ên din re zêde nemabe jî bi birayên xwe yên bi navê Suleyman û Şaban re têkilî didomîn e.
‘Ji bo kurê bavekî ku tecawuzê zarokeke 12 salî kirî tune-tuneye’
Bavê Denîzhan, Hîkmet bi sûce tecawuzê zarokeke 12 salî kiriye 12 sal ceza girtiye û hêj jî di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dimîne. Ji Denîzhan a ku di nava rewşeke wisa de mezin bûyî re jî tune-tuneye. Navnîşana her cure xeyrî-meşrûtiyê ye. Navenda têkiliyên-mirov ên ji hemû aliyên qirêj ku ji hemû saziyên dewletê bigire, îxbarvan, nêçîrvanê kele, jibilê wê esrar, eroîn, tiryak, avakirina çeteya diziyê, mafyacitî, îtîrafkarî û hwd in e. Pêla xirabiyê ya ku ji taxa Fîskaya ya Amedê dest pê kirî her roja çû qat be qat zêde bû û dewam kir. Ji karkerê tiryakê, bi demê re wî anî halê firoşkerê tiryakê. Vê yekê jî bi têkiliya polîs-îstîxbaratê û îxbarvanê taxê şopand. Fîskaya, cihên kesên ku gundên wan hatî şewitandin û bi zextê hatine koçberkirin her roj hêrsa hatî koh kirin e. Ciwanên şoreşger bi çalakiyên bênavber vê hêrsa xwe didin der. Bersiva dewletê ya ji bo vê jî sîxûrtî, ajantî, fêrkirina tiryakê û pêşxistina fihûşê ye.
Di taxê de wek îxbarvanek dest pê dike
Ji ber vê yekî Fîskaya semteke di hedefa dewletê de ye. Ev rewş bi demê re ji bo Bayram Denîzhan dibe deriyê debarê. Denîzhan di taxê de wek e îxbarvaneke tiştên ne di bin qontrola dewletê de ye dest bi kar dike. Welatparêzan îxbar dike. Kesên ku derveyê wî tiryakê difroşe gilî dike. Vê yekî, gilîkirina karên xeyrî meşrû yên din dişopîne. Di encama van şixûlan de bi demê re tê halê kesayetek krîmînal û di navenda cîhana krîmînal de cih digire. Bi vê re semt û statû derbas dike. Kûçeyên xizan ên Fîskayayê terk dike û li Kayapinarê bi cih dibe. Li vir li ser xelekên zincirên xirabiyê yê nû zêde dike.
‘Derbasî nêçîrvaniya ser-kelle dibe!’
Demîrhan, xwe wekî serbazekî îstîxbaratê dide naskirin. Li ser karê tiryakvan, îxbarvan, xapandinê di pêvajoya berxwedana rêveberiya xweseriyê de ‘nêçîrvaniya ser-kele’ jî zêde dike. Di Fîskaya û Sûrê de di qetilkirina gelek ciwanan de rol dilîze. Ev rewş wê zêdetir dikşîne nav çerxa dewlê. Êdî ne tiryakêş, tiryakfiroş, xapandin, îxbarvanek basît e, dibe dest-ling, çav-guhê amirên polîsan ên di nava îstîxbarata Polîs û Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Bi Terorê re ya Midûriyeta Amedê yên herî payabilind û eger pêwîst bike dibû celad.
Êdî bi karên milyonan dolar ve mijûl dibe…
Bi endamên îstîxbaratê yên polîsên TEM ên Midûriyeta Polîsan a Amedê re têkiliyên xûrt datîne. Bi taybetî dibe tahsîldarê kesê ku xwe wekî bi navê Mehmet ku qodê Dede lê hatî kirin wek berpirsiyarê polîsan a Miduriyeta Ewlekariyê ya Amedê de cih digire. Mehmet bi navê qod Dede wek e kurê jinbava Musteşarê Ewlekariya Cemawerî ya MÎT’ê yê berê Muhamed Dervîşoglu tê nasîn. Mehmet niha li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê peywirdar e. Denîzhan, êdî di cihê bûyerên di taxê de şopandin û îxbarkirinê bi karê milyonan dolar ve mijûl dibe. Midûriyeta Polîsan a Amedê qadekî îhtîsasê ya nû ava dike. Di operasyonên ‘teror’ de îlan dike ku di komputur û teknîkên endamên rêxistinê de lîsteya ku alîkariya rêxistinê dike hatiye bidest ketiye. Piştre jî ev lîste di medyaya hawuzê de tê pivdan û bi rojan tê bikaranîn. Piştî rayagiştî hat avakirin jî di bin navê ‘karsazên xiyanet’ de binçavkirinan pêk tîne. Bi operasyona binçavkirinê re jî dewama (mesaî) Bayram Denîzhan jî dest pê dike. Şefê polîsan Mehmet ku kurê jinbava endamê Musteşarê MÎT’ê ya berê Muhamed Dervîşoglu ye, di ser Bayram Denîzhan de bi xizmê karsazan re têkilî datîne. Piştî van jî ji reqamên 500 hezar euro an jî dolaran tê behskirin. Piştî êdî pere diaxivin û pere dihatin dayîn kesên ku di medyaya hawuz de weke xayînên xayînan dihatin nasandin jinûve nasnameya karsazeke dewletê yên paqij bi wan didan qezanckirin û vedigeriyan malên xwe. Yên di vê mijarî de guman dike, bi rehetî dikarin li demên dawî de ku bi dehan operasyonan de çend kes hatine girtin, çend kes hikum xwarine binêrin. Eger derbarê vê mijarî de yek girtî û hikûmxwaribe hebe em dê tiştên hatî nivisandin weke îftîra bihesibînin.
Kesên ku karên wan li cem saziyên dewletê heyî navenda serhildanê Denîzhan e
Em vala vala nabêjin li cem Bayram Denîzhan tune tuneye. Em bidomînin. Denîzhan, jibilî îhbariyê, firotina tiryakê, têkilî bi malbatên hatine binçavkirin re danîn û serbest berdan re, bi hin karên din re jî mijûl dibe. Kesên ku karên wan li saziyên dewletê yên wek e Walîtî, Qeymakamtiyê, Miduriyeta Nifûsê û hwd heyî navenda serlêdanê Denîzhan e. Eger pere hebe karê ku Bayram nikaribe çareser bike tune ye. Mînak di wîlayên Kayapinar 30 metre nêzî mizgeftê û ligel di yasayan de sedî sed qedexeye jî eger pere biaxive ji kargeha cihê alkolê re ruxsat derxistin ji bo wî ne zahmet e. Dikarin bi sedan mînakên wiha rêz bikin. Bêguman dema vê dike jî ya malbata Endamê Meclîsa AKP’ê Galîp Ensaroglu jî es derbas nake.
Bi 12 hezar 500 TL’yî rapora sixte derdixe!
Van karan ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê derxistina raporên sixte (çuruk) re derdixe lutkeyê. Di organîzeya îtîrafkarê berê ku di dawiya salên 1990’an de pir navê wî derbas dibe Murat Îpek ku hêj jî di nexweşxaneyê de dixebite, bi 12 hezar û 500 TL’yî ji her kesî re rapora sixte (çuruk) derdixe. Pereyên ji vir tên girtin di navbera bijîşkên îmzeya wan heyî, îtîrafkarên navberkartiyê kirine û Denîzhan de tê parvekirin.
Wek encam Bayram Denîzhan, seruvena ku ji îxbariya taxê destpêkir her roja diçe hin xirabiyên nû li ser zêde dike û didomîn e. Yanî xirabiyên li jor hatî qalkirin hemû karên ku pere di nav de hebe ji bo Denîzhan tune tune ye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê