Cenazeya gerîlaya Yekîneyê Jinên Azad ên STAR (YJA-STAR) ku di 3’yê Kanuna 2018’an de şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Mehmed Karasungûr ya Binarê Qendîl bi merasîmekî girseyî hate oxir kirin.
Gerîlaya YJA-Starê Medîne Çetîn bi nasnav Havîn Nisêbîn 3’yê Kanûnê dema pêkanîna erka xwede bi nexweşiyê şehîd bû. Gerîlaya YJA-Starê Havîn Nisêbîn duh li şehîdgeha Mehmed Karasûngur ya Binarê Qendîlê bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” hate oxirkirin. Di dema hatina karwana şehîd de gel bi dirûşman pêşwazî kirin.
Gelê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîma spartina axê bûn. Tabûta gerîlaya YJA-Starê bi ala PKK’ê û HPG’ê hate pêçan û wêneyê jî li ser herdu alan hate danîn. Di merasîma girseyî ya oxirkirina şehîd de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Kurdistanî hatin rakirin. Di merasîmê de gel sonda berdewamkirina rêya têkoşînê ya şehîd Havîn dan.
Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir di destpêka axaftina xwede sersaxî ji malbata şehîd re xwest û ji bo bîranîna şehîd axaftinek kir. Şîlan diyar kir ku Şehîd Havîn ji sala 1991’ê ve di nava têkoşînê de ye û got, “Heval Havîn ji sala 1991’an ve bêy ku dudiliyê bijî, bi hemû hêz û îradeya xwe kar, di nava xebat û têkoşînê de cih girtiye. Heval Havîn hem di nava refên parastina gelê Kurd de, hem jî bi salên dirêj di zindanên dewleta Tirk de maye. Li Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê xebat û karê xwe bi serfirazî pêkaniye. Em hemû şopdarên rêya Heval Havînin û emê xeta wê ji xwere esas bigrin.
Heya niha jî komploger êrîş dikin, dixwazin hêvî û xwesteka hevala Havîn û tevahî şehîdan asteng bikin. Lê heya heval û têkoşerên weke Heval Havîn hebin, em ê van êrîş û komplogeran têkbibin û wê têkoşîn jî serbikeve.”
Nasnameya Şehîd
Nav û paşnav: Medîne Çetîn
Nasnav: Havîn Niseybîn
Cih û Dîroja Jidayîkbûnê: 1976/ Niseybîn-Mêrdin
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1991 tevlî nava refên PKK’ê bûye
Dîroka Şahadetê: 3’ê Kanuna 2018’an