Yekitiya Jinên Ciwan li Kobanê 3 Jinên li Parîsê hate qetilkirin bibîranî

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava bi boneya 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  ji aiyê MÎT’a Tirk ve hatin qetilkirin daxuyaniyek dan û ji bo bîranîna wan sînevîzyonek li ser jiyana wan nîşan dan.

KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava bi boneya 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  ji aiyê MÎT’a Tirk ve hatin qetilkirin daxuyaniyek dan û ji bo bîranîna wan sînevîzyonek li ser jiyana wan nîşan dan.

Di daxuyaniyê de, bi dehan ciwanên Kobanê amed bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê Rodîn Bozan hat xwendin.

Rodî, di serî de berxwedana hersê jinên şoreşger bi bîr anî û wiha got: “Em komkujiya hember Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatî şermezardikin. Dewleta Tirk, Tevgera me di kesayetiya rêheval Leyla ku xebatên ciwanan dikir de kir hedef. Em jî weke jinên ciwan soz didin ku rêya wan bişopînin. Wek rêhevalên xwe Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan xeta berxwedanê berdewam bikin.”

Rodîn berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ev 61 roje ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye silav kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta dagirker çi jî bike nikare mafên jinan ji wan bistîne. Em soz didin ku rêya wan berxwedêran bişopînin.”

Daxuyanî bi drûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Her wiha piştî daxuyaniyê sînevîzyonek li ser jiyana hersê jinên tekoşer hat pêşandan.

 

Nivîsa Pêş