Ji bo Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan, ji bo ev tecrîd were şikandin, ji bo balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnên ên zindanên metingeriyê, Hewlêr û Ewropa li Swîsrê belavok hate belavkirin.
SWÎSRE- Ji bo Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan, ji bo ev tecrîd were şikandin, ji bo balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnên ên zindanên metingeriyê, Hewlêr û Ewropa li Swîsrê belavok hate belavkirin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Zûrîh, Bern, Biel, Frîburg û Neuchatel nêzî 1000 belavok danîtin nav qutuyên postayê. Ciwanan bi belavokê xwe bal kişandin li ser tecrîdê û banga hestiyariyê ji bo çalakvanên greva birçîbûnê kirin.
Ciwanan di derheqa xebatên xwe de gotin ku ji bo hestiyariyek di welatiyên Swîsre bê çêkirin ev çalaki li dar xistine. Her wiha bang ji ciwanan kirin ku li dijî tecrîdê çalakiyê xwe xurttir bikin. Di bangawaziyê xwe de anîtin ziman ku hemû ciwanên Kurdistanê û ciwanên Enternasyonal ji bo tecrîd were şikandin û ji bo şermezarkirina qetlîama Parîsê tev lê meşa 12 Çileyê bibin.