Li bajarê ku li Eyaleta Almanya NRW’ê li Bocholt’ê Tevgera Ciwanên Şoreşger perwerdeya zimanê Kurdî dan destpêkirin.
ELMANYA- Li bajarê ku li Eyaleta Almanya NRW’ê cih digire li Bocholtê dersen Kurdî destpêkir. Qursa ku ji aliyên aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate destpêkirin duh waneya xwe ya yekem da. Waneyên ku Mamoste Şemdîn Colemêrg dide ji aliye gelek kesan ve rastê eleqeyek mezin tê.
Daxuyaniya ku ji bo qursê ji aliyê ciwanan ve hate dayin wiha ye; ‘’Bi taybet ji bo ciwanên Kurdistanê yê ku li Ewropa dijîn fêrbûna zimana Kurdî gelekî girînge. Him ji bo girêdayinbûna xwe ya Welat zêde bikin him jî naskirina çanda Kurdistanê xebatekî watedar e. Em bang dikin hemû ciwanên herêma Bocholtê û yên derdorê wî werin tevlê perwerdeya zimanê Kurdî bibin.’’