Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ên di pêşengtiya Hevseroka DTK Leyla Guven de li zindanan hatiye destpêkirin li tevahî cihanê ciwan 20 Çileyê de wê meşekî li dar bixin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Li tevahî cihanê li dijî tecrîdê giran hersa Gelê Kurd herdiçe mezin dibe. Çalakiya Leyla Guven ên berxwedana greva birçîbûnê jî di rewşe kirîtîk de ye.
Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ên di pêşengtiya Hevseroka DTK Leyla Guven de li zindanan hatiye destpêkirin li tevahî cihanê ciwan 20 Çileyê de wê meşekî li dar bixin. Meş di çarçoweya Pêngava Serî Hilde de bi dirûşmên “Tecrîdê bişkîne Faşîzmê biruxîne û Kurdistanê azad bike” û “Serî Hilde, Xwe rêxistin bike, derbasî çalakîyê bibe” de bi tevlî bûna milyonan ciwan li çar parçeyê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û derveyî welat meşek were li darxistin.
Her wiha agahî hate girtin ku ji ciwanên derdora demokrat, sosyalîst, antîfaşîst û antîkapîtalîst jî tevlîbûna meşan pêk were. Xebatên meşê di tevahî bajaran de didom e.