Civakî bixwe xwe dispêre nirxên polîtîk û rewiştî. Em bêjin civakî hebe divê yên ku wan berhev digre, nirxên polîtîk û rewiştî jî hebe. Heke li cihekî nirxên polîtîk û rewiştî tunebe li wir bi hêsanî qala civakiyê nabe.
Bi vegotinekî din civak û civakî bi nirxên polîtîk û rewiştî heye.Rewişt divê civat çawa bijî , divê bala çi bikşîne, çi bike çi neke dibêje, polîtîkbûn jî ji bo pêdiviya civakê lêgerîna karên herî baş e.Dema em dibêjin civaka polîtîk û rewiştî; Di aliyê rewiştî de ya xwe , ser lingên xwe disekne ,xwe naspêre kesên din wisa ser lingan dimîne, ji bo wê jî bi hêsanî stû xwar nake, xwe pêv naxe, ji tiştên diqewimê re çavê xwe nagre mirov an jî civakê dibêjin.Polîtîkbûn jî ji bo civakê kêrhatî bibe karên çiqas nerît hebe, ew civakê ser lingan digre û xwe bûyinê pêk dike.
Bal bikşînin yek raber dike ku emê çawa bijîn- ango rewişt- , yên din jî ji bo ku wisa bibe divê mirov çi bike raber dike.
Ji ber vê civakên ku polîtîk û rewiştî dijîn, mêzînên wan yê polîtîk û rewiştî gelek zêdeye. Ji nirxên xwe re dilsoz in. Ev nirxan; dadmendiyê, wekheviyê, hevpariyê azadiyê, kedkariyê û wek van nirxên ji bo ku civak azad û wekhev bijîn peyda dikine.
Û em bizanin civakên wisa durust in. Sade ne.Eşkere ne. Vekirî ne. Hundur û derveyê wan yek e.Li civakên wisa cihê gotina pir girînge.Bingehê civakên wisa heke soz hatibe dayîn divê li gor wê sozê bijîn û pêdiviyên wê sozê bînin cih.
Heke li civakên wisa dijîn, pir zêde girêdayî rêgezane. Bingeha wan berjewendiyên rojane û nerît nîne, ya bingeh mirovahiyê ye. Ji ber vê nirxên mirovahiyêye; wek rêgezan, wek wekhevî, wek dadmendî, wek azadî, wek hevparî.
Belê, civakek wisa polîtîk û rewiştiye. Lê belê em bizanin, bingeha xwebûna hemû civakên Rojhilatanavîn ev rawesta polîtîk û rewiştî bi xwe ye. Navê vê ne ciwaka polîtîk û rewiştî be jî, jiyana wan polîtîk û rewiştiye.Em zanin ku civakên oldar pir girêdayî nirxên polîtîk û rewiştiye û wisa dijîn. Heta car caran ew qas şidandî girêdayî dibin, em navê parêzkeriyê lê dikin.
Lê belê em bizanibin ku, civakên wisa girîngê didin yekbûna soz û çalakiyê. Civakên wisa çav li malê tu kesa nadin. Civakên wisa bi hêsanî êrîş nabin gelên din. Ji dûrê dizîtiyê ne. Dest nadin li malê tu kesî. Ne nijdevan in. Civakên wisa bi hêsanî dijûna nakin. Bi kurtasî mirovên binamûs in. Gotin û cewherên wan yek e.
Heke em balê bidinê, li ser civaka polîtîk û rewiştî mirov dikare gelek tişt bêje.Lê belê yên ku ji van nirxan qetiyabe, li wir tiştê ku dest pê dike bêarî dibe. Dizî dibe. Bêarî û dizî peyvên gelek nêzî hev in. Dîsa bêarî hebe li wir gotin û çalakî bi hevre nîn in.Gotin li wan civakan wateya xwe wenda kiriye.Ji wan civakan re mirov çawa bêje civak ew jî pevçûna mijarek din e. Di her halî de mirov bêje perdeya ar ya wan civakan qelişiye, pêdandinek herî cîh de dibe.Herî pêş de civakên ku perdeyên wan qelişiye wê xesar bidin civakiyê û mirovahiyê, ji xwe xesar dayîna wan eşkere ye.
Em bizanin ku li cîhe kî rehê ar qelişîbe li wir bêfedî û bêarî bêsînor pêk hatiye.
Em gotinê dirêj nekin û diyar bikin ku îro Li Tirkiyê bi pêşengiya AKP civakiya bêarî ji xwe re bingeh girtiye pêk hatiye.Heke civak hatiye vê halî ferdên wê civakê wê pêşi diziyê bike. Derew bike. Bi kesitiya xwe lêbokiye. Rûnkeriye. Ferdperestiye. Sûdparêziye. Sextekariye. Her û her derew hilberandine.
Em gotinê dirêj nekin diyar bikin li Tirkiyê ser gotinê rêberê ev partiya nirxên wê yên polîtîk û rewiştî ketiye, cambazê gotina ye.Lê belê cambazê gotina, xwebûna xwe wenda kiriye hew ji bo derew hilberîne tê bi kar anîn.Heta gotin û çalakî nebin yek, ya li wir pêk tê derew û durû bûne.Heke gotin û çalakî yek nîne li wir ji ji mirovahiyê qetandin dest pê kiriye. ji xwe li wir hilweşandin çê dibe.
Him AKP him jî şexsê li ser wan, seranser kes û civakên ji nirxên polîtîk û rewiştî ketiye pêk anî.Û meriv ji bo yên wisa Sîyaset û Siyasermedarên perdeyê ar qelişî bêje gelek di cîh deye.
Dubare û dirêj nekin.Bi hêviya li hemberî sekna ,gotin û çalakiyên
gotinê û ciwakê dirizîne.
Kasım ENGÎN
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk ê Kurdistanê