Meclîsên Ciwanên HDP li dijî tecrîdê giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên nivîs û stîckersê pêk anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsên Ciwanên HDP li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û jibo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a ku 62 roje li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê a bêdem-bêdorveger li bajarên Tirkiye û Kurdistan ê çalakiya nîvîsandinê li dar xistin.
Di çalakiya ku ji Meclîsên Ciwanên Wan, Gebze, Darica, Bahçelîevlerê û di gelek cihan de çalakiya nivîsandinê ji bo piştgirî bidin Leyla Guven li dar xistin. Di nivîsan de siloganên “Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê parçe bike” û “Tecrîd sucê mirovahiye” derket pêş. Her wiha ciwanan stickersê jî li gelek cihan daliqandin.