Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) pişte xebatên xwe yên zaningehan ên Almanyayê çûn serdana çalakvanên birçîbûnê ên li Strasbourgê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) pişte xebatên xwe yên zaningehan ên Almanyayê çûn serdana çalakvanên birçîbûnê ên li Strasbourgê. Ciwanên YXK’ê bi serlêdanên xwe ya çalakvanên ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, hestên xwe anîtin ziman.
Ciwanan gotin ku em ji çalakvanên Strasbourgê morelek mezin girtine. Her wiha ciwanan got ku ew bi ciwanên demokrat û sosyalist ve ji bo dengê çalakvanan bigihêjin gerdûnê din av hewldanên cur be cur de ne.
Ciwanan her wiha dan xuyakirin ku ji bo tecrîd were şikandin bi şiyara ‘’Tecrîdê bişkînin’’ bang hemû ciwanan kirin ku bila rabin ser piyan û bêyî direng bibe bibin denge çalakvanan.