Li Silêmaniye zext û zilmê asayişa YNK li ser ciwanan naqede.
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Silêmaniye zext û zilmê asayişa YNK li ser ciwanan naqede. Duh me ragihandibû ku Ciwanên ku li dijî tecrîdê standa pirtûkê vekirîbûn ji wan sê ciwan hatibû binçavkirin. Ji Ciwanên ku hatine binçavkirin ji wan du kes îro hatin berdan, lê ciwanekî hêj jî bernedane.
Her wiha li Zanîngeha Silêmaniye Ciwanên welatparêz ji bo bîranîna sê jinên azad ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin standa pirtûkê hate vekirin. Lê asayîşa YNK dîsa teamulê ciwanan nekir û bi mudaxeleyê yek ji jinên ciwan du kes xistin binçavan. Kesên ku hatin binçavkirin birin ku derê ne diyar e.
Kesên ku hatine biçavkirin Simko Qadir Azîz ê din jî Nûda Mûhammed e.