Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ji bo hevrêyê ên 2 sal berê li Reqqa şehîd ketibû bi daxuniyekî bibîr anî.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ji bo hevrêyê ên 2 sal berê li Reqqa şehîd ketibû bi daxuniyekî bibîr anî. Tabûra Azadiya Enternasyonalîst di daxuyaniya xwe de got ku; ”Dogan Kirefe ( Muzaffer Kandemîr ) Him di nava Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan de cih digirt him jî bi vî awayî bi teybetmendiyên BehraReşê ya serhildêr û xisleta şoreşgeriyê kiribû yek.”
Daxuyaniya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst wiha ye;
Dogan Kirefe Nemir e!!!
Dogan Kirefe ( Muzaffer Kandemîr ), du sal berî, rojên ku di pêngava azadkirina Reqayê de me Reqa dorpêç kiribû, di nava Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan de cih digirt, li hemberî çeteyên DAÎŞê bi lehengê şer kir û şehîd ket.
Him di nava Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan de cih digirt him jî bi vî awayî bi teybetmendiyên BehraReşê ya serhildêr û xisleta şoreşgeriyê kiribû yek.
Ala Sosyalîzmê û Şoreşê, bi tevlîbûna Şoreşa Rojava daliqand û di nava pêngavên azadkirina gelan û xelaskirina çeteyan de cihê xwe girt.
Em wek Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan, ji gotina “ Kobanê ket ha bikeve“ pê ve, di nava birêxistinkirina Şoreşa Rojava û xelaskirina çeteyan û emperyalîstan de cihê xwe girt.
Îro jî hedefa çeteyên AKP û MHP, Şoreşa Rojava ye. Ên ku çete nekarîn bikin, ew dixwazin bikin û amadehiya dagirkirina Rojavayê dikin. Bêguman, ev amadehiya dagirkirina faşîst, rastî li berxwedanek mezin were û çawa ku DAÎŞ binketin, ew jî wê têk biçin.
Em wek Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan, bi şervanên me yên ku ji çar aliyê cîhanê hatine, wek rêhevalê me Dogan cihê xwe bigrin û li hemberî faşîzmê heya şervanê me yê dawî şer bikin.
Bang li hemû enternasyonalîstên cîhanê dikin, li hemberî faşîzmê bila di nava Êniya Enternasyonalîstan de cih bigrin. Dema ku em wenda bikin tuneye; li hemberî faşîzmê serkeftinek li benda me ye.
NO PASARAN!!!