Li ser banga jinên ciwan a bajarê Minbicê û bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî ciwanên herêma Firatê bi druşmeya “Na ji dagirkeriya Tiriyê re” dest bi çalakiyan kirin.
MINBIC- Li ser banga jinên ciwan a bajarê Minbicê û bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî ciwanên herêma Firatê bi druşmeya “Na ji dagirkeriya Tiriyê re” dest bi çalakiyan kirin.
Şandeyek ji ciwanên Reqa, Dêrazor, Kobanê, Girê Spî, Tebqa, şandeyeke ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Sûriye ya Demokratîka (MSD) tevlî çalakiyê bûn.
Konê çalakiyê li dibistana El-Xesaniye ya bajarê Minbicê hat dan. Di bin konê çalakiyan de pankartên şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirke hatin daliqandin. Tevî rewşa hewayê û barana dijwar jî ciwanan dest bi çalakiyên xwe kirin.
Di çalakiyê de bi navê jinên ciwan ên herêma Firatê Medya Mihemed axivî û got divê ciwan li dijî dewleta Tirk a dagirker serîhildin û asta têkoşînê were bilindkirin.
Medya destnîşan kir ku rola sereke a ciwanan tevlîbûna nava şoreşa Sûriyê û bi taybet jî tevlîbûna nava refên QSD’ê ye.